Hamas: Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan bû 21 hezar û 320 kes

Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ya derbarê şerê li Xezeyê ya 83 rojan de, ji 7’ê Cotmehê û vir ve hejmara miriyan bû 21 hezar û 320 kes.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Pêncşemê hatiye dayîn de, ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ku Îsraîl li hemberî Şerîda Xezeyê operasyona leşkerî daye destpêkirin û vir ve 21 hezar û 320 kes mirin e.

Berdevkê wezaretê Eşref El Kudra, jî ragihand ku di heman demê de 55 hezar û 603 kes jî birîndar bûne.

Her wiha Saziya Penaberên Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) jî, da zanîn ku fermana rayedarên Îsraîlê ya valakirina navenda Xezeyê, bûye sedema koçberiya bi zorê.

UNRWA, li ser hesabê xwe ya Twîtterê got, “Zêdeyî 150 hezar kesên ku di nav de zarokên biçûk, jinên ku pitik di hembêza wan de û extiyar jî hene, cihek ku pêde biçin nîne.”

Saziya NY’ê got, “Tenê hêviya agirbestek mirovî maye.”