BI DÎMEN

1’ê Gulanê li Kantona Firatê hat pîrozkirin

Bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê li Kantona Firatê şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

Bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê li Kantona Firatê bi amadebûna bi sedan kes li qada Şehîd Egîd pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahiya ku bi dirûşmeya ”Bi hêza karkeran em ê netewa Demokratîk ava bikin, ji Rêber Apo re azadî” hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.  

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Firatê Enwer Mislim di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku li gelek deverên cîhanê hîna karker wek kole tên pejrandin û anî ziman ku divê êdî li hemberî vê yekê serî bê hildan û dewam kir: "Beriya bi sedan salan ji bo wekhevî û edaletê bi hezaran karker daketin qadan, hîna jî têkoşîna wan berdewam e. Li gelek deverên cîhanê hîna jî mafên wan tên xwarin. Em jî li kantona Firatê heta dawiyê ji bo parastina maf û keda wan têbikoşin."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Bedîa Miho jî axivî û got ku ew vê rojê bi taybet li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di nava şert û mercên herî zehmet de têkoşîn kir, pîroz dikin û wiha got: "Partiya Karkerên Kurdistan di nava şert û mercên herî zehmet de berxwedaniyeke bêhempa didin. Ew berxwedanî li her çar parçeyê Kurdistanê tê meşandin. Lê dijmin hertim hewil dide ku kedkarên azadiyê tune bike. Lê me bi fikra Rêber Apo serkeftin mîsoger kiriye."

Piştî axaftinên stranên hunerî hatin gotin û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.