Kedkar tevî barana zêde li Enqereyê li hev civiyan

Kedkarên li Enqereyê tevî barana zêde li qadên 1’ê Gulanê li hev civiyan.

Pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Enqereyê bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Bijîşkên Diranan (DHB) ve hate organîzekirin. Pîrozbahî, li pêşiya Navenda Çandê ya Ataturkê bi meşê dest pê kir. 

Kedkar li pêşiya navendê heta Qada Tandoganê meşiyan. Tevî barana zêde jî gelek sendîka, komele, partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan û bi hezaran welatî tev li bûn. Kedkar, bi dirûşmên “Her der Taksîm her der berxwedan”, “Ev hêj destpêk e dê têkoşîn bidome”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî azadiya gelan” meşiyan. 

‘EM JI BO AVAKIRINA WELATÊ AZADIYAN TÊN’

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi kortêjeke ji sedan kesan pêk dihat kete qadê û pankarta “Em ji bo avakirina welatê ked û azadiyan tên” hate hilgirtin. Gelek parlamenterên DEM Partiyê û yên CHP’ê jî tev li pîrozbahiya li qadê bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî dovîzên  “Parastin dê serî netewîne", "Ji parêzerên girtî re azadî", “Tecrîd îşkence ye bêdeng nemîne” û “Tecrîd li dijî mirovahî û hiqûqê ye" hatin hilgirtin. 

ROJNAMEVANÊN GIRTÎ NEHATIN JIBÎRKIRIN 

Rêxistinên rojnamevanan jî bal kişandin ser êrişên li dijî kedkarên Çapemeniya Azad. Rêxistinan dirûşmên “Ji rojnamegeran re azadî” û “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” berz kirin û dovîza “Em rojnamevan in” hilgirtin. 

Kedkarên perwerdeyê jî bertek nîşanî mufredata paşverû dan. Herî zêde daxwazên têkildarî ÇEDES û MESEM’ê cih girtin. Xwendekarên ODTU’yê jî dirûşma “Şahî li ODTU’yê ye, ODTU ya me ye. Dê zanîngeh serî netewînin” berz kirin û pankarta “Li dijî şer, zext û qedexeyan di refên çînê de” vekirin. 

Kedkarên tenduristiyê jî xwestin xizmetên tenduristiyê bêpere bin û dirûşma “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” berz kirin. Malbatên girtiyan jî tev li bûn û bavekî pêşmalkê bi nivîsa “Ez ji bo kurê xwe azadiyê dixwazim” li xwe kiribû. 

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftinên destpêkê, mitîng bi metna hevpar a bi Kurdî, Tirkî û Erebî ya DÎSK, KESK, TTB û TMMOB’ê dom kir.

SILAV JI MILYONÊN BERXWEDÊR RE

Di daxuyaniyê de zêdetirî 10 milyon bêkarên niha li welat dijîn, jin, xwendekar, akademîsyen, parastvanên xwezayê, kedkarên tenduristiyê, mamoste, kedkarên cemaweriyê, teqawid, LGBTÎ û hemû kesên li dijî pergala heyî li ber xwe didin hatin silavkirin. 

Bi domdarî hat gotin ku îro roja xweha eniyê ya hemû xweşikiyên cîhanê diafirîne û roja diyariya pêşerojeke baş a ji bo zarokan e. Di berdewamê de hat diyarkirin ku 1’ê Gulanê roja têkoşîna li dijî zilmê ferz dikin û roja têkoşîn û piştevaniyê ye. Di metna hevpar de hat destnîşankirin ku dê destûrê nedin heramiyên krîza aborî mayinde dikin, dê rê nedin tunekirina mafên karkeran û dê xwedî li daxwaza xwe ya perwerdeya bêpere, xizmeta tenduristiya ya bêpere û wiha dom kir: “Em kurdên tune tên hesibandin, elewiyên biçûk tên dîtin in! Em ji bo mafên xwe yên hemwelatiya wekhev li vir in.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ji bo demokrasiyê, ji bo aştî û edaletê li vir in. Dem dema wê ye ku em li dijî kedxwarî, xizanî û faşîzmê bi hev re têbikoşin û piştevaniya hev bikin. Demokrasî binpê kirin û dixwazin krîza siyasî mayînde bikin. Lê Em ê bi ser kevin, dê ked bi ser keve, dê demokrasî bi ser keve, dê gel bi ser keve. Divê kêmtirîn mûçe bên zêdekirin, mûçeyê teqawidê herî kêm bi qasî kêmtirîn mûçe be, dawî li tevahiya şêweyên xebitandina bêtemînat bê anîn, îstîhdameke bitemîna ji her kesî re bê kirin, tevahiya astengiyên li pêşiya azadiya xwebirêxistinkirinê bên rakirin, rêyên sendîkayîbûnê, mafê grevê û rêyên lêgerîna mafan vekirî be, tundî, tacîz û tecawizên li dijî jinan bi dawî bibin, newekheviya zayenda civakî ji holê bê rakirin, li dijî karkeriya zarokan û îstîsmarkirina zarokan tevdîrên xurt bên girtin.” 

Piştî axaftinan, Koma Muzîkê ya Bandista derket ser dikê û mitîng bi dawî bû.