Neteweyên Yekbûyî bang li Îsraîlê kir ku dawî li 'kuştinên neqanûnî' yên li Şerîeya Rojava bîne

Neteweyên Yekbûyî bang li Îsraîlê kir ku dawî li kuştinên neqanûnî yên li Şerîeya Rojava ya dagirkirî bîne.

Volker Turk ê Endamê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da û got: "Di bûyerên polîsiyeyî de bikaranîna taktîk û çekên leşkerî, bikaranîna hêza zêde û qedexeyên kêfî ku bandoreke zêde li Fîlîstîniyan dike, gelekî metirsîdar in."

Li gorî Rêveberiya Fîlîstînê ji 7’ê Cotmehê ku destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ye heya niha li Şerîeya Rojava  zêdetirî 300 sivîlên Filistînî ji aliyê leşker û niştecihên Îsraîlî ve hatine kuştin.

RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA CÎHANÊ: GELÊ XEZEYÊ DI BIN TELÛKEYEKE MEZIN DE YE

Bombebarana Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezeyê bênavber dewam dike. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) roja Çarşemê daxuyaniyek da û anî ziman ku gelê Xezeyê di bin talûkeyeke mezin de ye û diyar kir ku li herêmên ku lê şer berdewam e ‘birçîbûn û bêhêvîtî’ her ku diçe zêdetir dibe.

Zêdetirî du meh û nîv bi ser destpêkirina şer derbas bûn.

JI 21 HEZARÎ ZÊDETIR KES HATINE KUŞTIN

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Çarşemê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku li Xezeyê 6 hezar û 300 jin û 8 hezar û 800 zarok, bi giştî 21 hezar û 110 kes ku piranî ji sivîlan pêk tê, di operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de hatine kuştin.