Efrîqaya Başûr li dijî Îsraîlê doza qirkirinê vekir

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze, Şerîaya Rojava û başûrê Lubnanê di roja 85’an de didomin. Efrîqaya Başûr li dijî Îsraîlê doza qirkirinê vekir.

Hêzên bejahî yên Îsraîlê û tankên wê ber bi rojhilat, başûr û bakurê kampa koçberan Bureîj a li navenda Xezeyê ve pêş diçin. Hêzên Hamasê jî beriva êrîşê didin.

Îsraîl li gelek herêmên niştecihiyê û binesaziyên xist û bû sedema gelek mirinan. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ev êrîş pêncşemê û roja Îniyê pêk hatin, di van êrîşan de 187 Fîlîstînî hatin kuştin û 312 jî birîndar bûn.

Di şerê ku ji 7’ê Cotmehê ve li Xezeyê didome, herî kêm 21 hezar û 507 kesan jiyana xwe ji dest dan, 55 hezar û 915 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê de, hejmara miriyan bû 139 kes.

EFRÎQAYA BAŞÛR DOZ LI ÎSRAÎLÊ VEKIR

Efrîqaya Başûr got ku operasyonên Îsraîlê yên li ser Xezeyê tê wateya “qirkirinê” û di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (UAD) de li dijî Îsraîlê doz vekir.