BI DÎMEN

Li Şehbayê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê û bi dirûşma "Em ê bi hêza karkeran neteweya demokratîk ava bikin, ji Rêber Apo re azadî" şahiyek li dar xist.

Li Kampa Serdemê ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi bonoya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi dirûşmeya "Em ê bi hêza karkeran neteweya demokratîk ava bikin, ji Rêber Apo re azadî" şahiyek hat lidarxistin. Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û karker tevlî şahiyê bûn. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM û Yekîtiya Kedkaran hatin xemiladin.

Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kontona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen axivî û 1’ê Gulê pîroz kir. Şêrîn Hesen anî ziman ku ev roj di heman demê de roja berxwedan û fedakariyê ye û wiha dom kir: “Kedkar di têkoşîna xwe ya cîhanê de bi ser ketin. Kedkar civak bi xwe ne.”

Endamê Meclîsa Kantona Efrîn û Şehba Nacî Selemê jî 1’ê Gulanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kedkaran pîroz kir. Selemê da zanîn ku çîna kedkaran beşa têkoşer û fedakar a civakê ye, lewma sîstema kapîtalîst ji bo ku wan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne gelek zilm li wan kiriye.

Di şahiyê de Mihemed Weysî, Rozeya Dada, Mecîd Mihemed, Bekircan û koma Şehîd Avesta û Şengal berhemên xwe pêkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.