SOHR’ê di daxuyaniya dayî de wiha got: “Li dijî çeperên leşkerî yên li nêzî sînorê Iraqê, herî kêm 9 êrîşên hewayî pêk hatin. Di van êrîşan de 5 jê Sûriyeyî, 4 jî endamên Hîzbûllah Lubnanê, 6 Iraqî û 8 Îranî; bi giştî 23 şervanên girêdayî Îranê hatin kuştin.” Hat diyarkirin ku nêzî 20 kes jî birîndar bûne.
Dîrektorê OSDH’ê Ramî Abdul Rahman daxuyanî da AFP’ê û anî ziman ku îhtimal e ev êrîş ji aliyê Îsralê ve hatiye kirin.
Piştî 7’ê Cotmehê şerê Xezeyê destpê kir û vir ve li Sûriyeyê êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêde bûne.