Têgeheke nû ya têkildarî bîlançoya şerê Xezeyê: Domîcîde

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê da zanîn ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de yên li Şerîda Xezeyê ji 21 hezar û 100’î derbas bûye.

Hate ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 195 kesên ku hatine kuştin jî di nava bîlançoyê de ne. Wezaretê diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê heya niha 55 hezar û 243 kes jî birîndar bûne.

XANÎ BI ZANEBÛNÎ TÊN ŞEWITANDIN

Neteweyên Yekbûyî fikarên xwe yên ji ber bombebarana artêşa Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezeyê anî ziman.

Girêdayî pevçûnan pisporan têgeha "domîcîde" bi kar anîn ku ev têgeh tê wateya bi zanebûnî rûxandina xaniyan.

Têgeha ‘Domîcîde’ ji kurtkirina peyvên ‘domîcîle’ (xanî) û  ‘homîcîde’ (kuştin) pêk tê.

Ev têgeh girêdayî şerê Îsraîlê yê li dijî Hamasê dubare hate bikaranîn û ji bilî bi hezaran mexdûrên sivîl gelek binesaziyên Xezeyê jî bûn hedefa êrîşan.

Neteweyên Yekbûyî di meha Mijdarê de diyar kiribû ku ji sedî 45’ê xaniyên li Şerîda Xezeyê zirar dîtine yan jî hatine rûxandin.