CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Sûriyeyê êrîşeke din li ser baregeha DYE'yê hate kirin
Li Sûriyeyê piştî êrîşa DYE'yê ya li ser cihên Muxafizên Şoreşê yên Îranê, êrîşên li dijî baregehên DYE'yê zêde bûn. -
NY dikare di nava 48 saetan de alîkariyên mirovî yên li Xezeyê rawestîne!
Serokê Saziya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji bo Xezeya ku di bin dorpêça Îsraîlê deye hişyarî da ku ji ber destûr nayê dayîn sotemenî derbasî herêmê bibe, dibe ku xebatên alîkariyên mirovî di nava 48 saetan de bên rawestandin. -
Elmanya dê alîkariyên xwe yên leşkerî yên ji bo Ûkraynayê zêdetir bike
Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê ragihand ku ew ê alîkariya leşkerî ya ku plan dikin sala 2024’an li Ûkraynayê bikin, wê du qat zêdetir bikin. -
Roja 38’an: Li gorî Hamasê nexweşxane nikarin xizmetê bikin
Di roja 38’an a şerê Îsraîl-Hamasê de, Hamasê ragihand ku hemû nexweşxaneyên li Xezeyê nikarin xizmetê bikin û li nexweşxaneya El Şifayê 6 pitikên premature mirine. YE’yê şermezar kir ku Hamas nexweşxaneyan bi kar tîne. -
Li Hindistanê tunel hilweşiya, herî kêm 40 karker asê man
Li bakurê Hindistanê di çarçoveya Projeya Rêya Char Dam de tuneleke rêya bejahî dihat avakirin. Ji ber hilweşîna tunelê herî kêm 40 karker asê man. -
Roja 37’an: Nexweşxane vediguherin morgê, Netanyahû ‘tiştek din’ dixwaze!
Di roja 37’an a şerê Hamas û Îsraîlê de li nexweşxaneyên li Xezeyê fikar zêde dibin. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû got ku ew ‘tiştek din’ ji Rêveberiya Fîlîstînê dixwaze. -
Balafirên Îsraîlê Sûriyeyê bombebaran kirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî êrîşa li dijî Girên Golanê ya li Sûriyeyê ku ji aliyê Îsraîl ve hatiye îlheqkirin, balafirên şer ên Îsraîlê li “binesaziyên terorîstan” ên li Sûriyeyê xistine. -
Latîf Reşîd û Beşar Esad li Riyadê hevdîtin kirin
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esar re li Riyadê hevdîtin kir. -
Li Kalîforniyayê erd hejiya
Li peravên dikeve bakurê welatê Kalîforniyayê bi pileya 5 erd hejiya. -
Li Xezeyê zêdetirî 100 xebatkarên saziya penaberan a NY’ê hatin kuştin
Ajansa Alîkariyê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) roja înê ragihand ku ji destpêka şer ve li Xezeyê zêdetirî 100 xebatkarên wan jiyana xwe ji dest dane. -
Ji ber mija jehrîn li Pakîstanê bi hezaran kes nexweş ketin
Li Rojhilatê Pakistanê ji ber pirsgirêka mija jehrîn bi hezaran kes nexweş ketin. Rayedar neçar man ku tevî Lahorê heta roja Yekşemê parq, dibistan, navendên danûstendinê û karûbarên din bigirin. -
Li gorî Hamasê hejmara miriyan ji 11 hezarê derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Xezeyê tên kirin de, hejmara miriyan ji 11 hezarê derbas kir. -
Li Iraq û Sûriyeyê li dijî DYE'yê 46 êrîş: 56 leşker bi sivikî birîndar bûn
Hate ragihandin ku piştî DYE’yê li tesîsekê Îranê ya li Sûriyeyê xist, baregehên DYE’yê yên li Rojhilata Navîn 4 caran ji aliyê komên ‘alîgirên Îranê’ ve hatin hedef girtin. -
Roja 35'an a şerê Îsraîl-Hamasê: Xeze, Lubnan û Sûriye hatin bombekirin
Di roja 35'an a şerê Hamas-Îsraîlê de li gorî rayedarên Hamasê careke din bombe li nexweşxaneyan hatin barandin. Îsraîlê her wiha êrîş bir ser başûrê Lubnanê û Sûriyeyê. -
YE’yê derbarê TikTok û YouTube lêpirsîn da destpêkirin
Komîsyona Ewropayê der barê platforma medyaya dijîtal ya TikTok û malpera parvekirina dîmenê YouTube de lêpirsîn da destpêkirin. -
Li Xezeyê hejmara miriyan derket nêzî 11 hezar kesî
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 10 hezar û 812 kes hatine kuştin. -
Li Nînowa û Enbarê 14 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Di operasyonên hêzên Iraqî de li Enbar û Nînowayê 14 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Li hemberî baregeha DYE ya li Başûrê Kurdistanê êrîşa bi droneyan
Li hemberî koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê ya navneteweyî ku li balafirgeha Herîr a Hewlêrê ye, bi du droneyan êrîş hate kirin. -
Li Bangladeşê polîsan êrîş birin ser karkerên tekstîlê
Li Bangladeşê karkerên tekstîlê ji bo zêdekirina mûçeyan xwepêşandanek kirin, lê polîsan êrîş kirin. Sendîkayan êrîş û girtin şermezar kirin. -
Pedro Sanchez ji bo li desthilatdariyê vegere bi partiya Katalan re li hev kir
Partiya Sosyalîst a Spanyayê ya Pedro Sanchez ji bo li desthilatdariyê vegere bi partiya Katalan a alîgirê serxwebûnê re li hev kir. -
'Ziwatiya zêde ya li Iraq, Sûrî û Îranê ji ber krîza avhewayê ye'
Li gorî lêkolîneke WWA'yê, "ziwatiya zêde' ya li Iraq, Sûriye û Îranê ji ber germahiya avhewayê ya global e. Di lêkolînê de hate gotin, eger ne ji şewitandina petrol, gaz û komirê bûya, rewş bi vî rengî nedibû. -
DYE'yê li dijî komên girêdayî Îranê yên li Dêrazorê êrîşek hewayî pêk anî
Hate ragihandin kudi encama êrîşa DYE'yê de ya li Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyeyê, 9 kesên girêdayî komên ku Îran piştgiriya wan dike, hatin kuştin. -
Li Îranê 9 girtî bi awayeki komî hatin darvekirin
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê ragihand ku li girtîgeheke Îranê 9 girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan re hatibû birîn, bi awayekî komî hatin darvekirin. -
Şerê Îsraîl-Hamasê di roja 33'an de ye
Di roja 33'an a şerê Îsraîl-Hamasê de artêşa Îsraîlê operasyona leşkerî dewam dike. Her wiha li başûrê Lubnanê jî di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de şer diqewime. -
Çîn amade ye ku têkîliyên xwe bi DYE’yê re xurt bike
Tê payin ku Şî Cînpîng û Joe Bîden hefteya bê li San Francîscoyê li hev bicivin. Beriya civînê Alîkarê Serokê Çînê got ku Çîn amade ye di 'her astê' de têkîliyên xwe bi DYE’yê re xurt bike.