Ji ber mija jehrîn li Pakîstanê bi hezaran kes nexweş ketin

Li Rojhilatê Pakistanê ji ber pirsgirêka mija jehrîn bi hezaran kes nexweş ketin. Rayedar neçar man ku tevî Lahorê heta roja Yekşemê parq, dibistan, navendên danûstendinê û karûbarên din bigirin.

Lahore, duyemîn bajarê herî mezin ê Pakistanê, di van rojên dawî de asta hewayê çar qat zêdetir hat tomarkirin.

Rayedaran xwestin ku ji ber zêdebûna hûrikên tîrêjê welatî maskeyan bi kar bînin û rewş wekî xetere nirxandin.

Li gorî BBC, firoşkar Ameer Hamza wiha got, "Ez ji bo karê xwe gelek rêwîtiya (bi mopedê) dikim. Dema ku ez vedigerim malê çavên min aciz dibin,"

Li gorî Endeksa Qalîteya Jiyanê ya Hewayê ya ku ji hêla Zanîngeha Chicago ve hatî pêşve xistin, qirêjiya hewayê li Lahore û deverên derdorê temenê jiyanê bi qasî heft salan kêm dike.

Hindistana ku li bakurê rojavayê Pakistanê ye jî bi heman pirsgirêka qirêjiyê re rû bi rû ye. Pispor rexne li rayedaran dikin ku tedbîrên bi bandor negirtine.

Hin pispor dibêjin çavkaniya sereke ya qirêjiyê şewitandina bermahiyên zeviyan e berî çandina zeviyên havînê li van herêman e.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên her du welatan, ev mijar wê ji aliyê dîplomatên Pakistanî û Hindistanê ve di çarçoveya lêgerîna çareseriyeke herêmî de were gotûbêjkirin.