'Ziwatiya zêde ya li Iraq, Sûrî û Îranê ji ber krîza avhewayê ye'

Li gorî lêkolîneke WWA'yê, "ziwatiya zêde' ya li Iraq, Sûriye û Îranê ji ber germahiya avhewayê ya global e. Di lêkolînê de hate gotin, eger ne ji şewitandina petrol, gaz û komirê bûya, rewş bi vî rengî nedibû.

Di lêkolîna World Weather Attribution (WWA) de hate ragihandin ku germahiya zêde "îhtimala ziwatiyê hîn zêde kiriye."

Hate destnîşankirin ku germahiya bilind ziwatiya li Sûriye û Iraqê bi 25 qatî, ya li Îranê jî 16 qatî zêdetir kiriye.

Di lêkolînê de hate gotin, "şer û bêîstikrariya siyasî ya bi salan dewam dike" mirovahî ewçend lawaz kiriye ku nema kare dest li ziwatiyê werde û ev jî bûye sedema rûdana "bobelateke mirovî."

Lêkolînê bi taybetî işaret bi serdema navbera Tîrmeha 2020 û Hezîrana 2023'an a li tejaneya çemên Dîcle û Firatê kir ku ji Sûriye û Iraqê derbas dibin.

Li gorî daxuyaniya pisporan, niha herdu herêm li gorî pîvana Şopandina Siwatiyê ya DYE'yê di kategoriya 'germaniya zêde' de ne.

Ji enstîtuya Imperial Collage London Granthamê hevnivîskara xebatê Friederike Ottoyê got, “Piştî barîneke têra xwe baş û hilberîneke baş, barîna kêm ku bi qasî sê salan dewam kir û piştî wê germahiyên bilind, bûn sedema ziwabûnekê ku li ser bandorên mezin li ser ava vexwarinê ya çandiniyê kir.”

Ji Zanîngeha Semnanê ya Îranê nivîskarê hevpare Mohammad Rahimi, di daxuyaniyeke online de bangawaziya peydakirina çavkaniyeke baştir kir.

Rahimi got, “Jixwe ji berê ve ye baran gelek nedibarî, loma ev xwezayî ye ji bo herêma me, lê belê bilindbûna germahiyê mijareke nû ye.” 

Li gor Rahimi, germahiya zêde talûke ye ku di salên pêş de piraniya barînê bêfeyde bike. 

Li Îran û Iraqê di salên dawî de li ser navê hilberîna çandiniyê, bi taybet di navbera cotkarên genimî de kêmbûneka giring pêk hat. Her wiha kêmbûna herka çeman û qirêjiya avê kir ku masîvan bereke kêm rakin. 

Li gor WWA’yê ji Îlona 2022'an ve bêaviyê li gundewarên Sûrî nêzîkî du milyon însan ji cihên xwe kirin. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kêmaviya li Îranê “li gel welatên cînar dibe sedema rageşiyê” û bihayê zadî bilind dibe. 

Zanyaran hişyariyek da ku “bêaviya dirêj û hişk êdî rewşeke berbelav e.”

Pispor, li bendê ne ku bêaviyên hişk li Sûrî û Iraqê deh salan carekê, li Îranê jî deh salan du carî pêk were. 

Rahimi anî ziman ku “Bi her pileya germahiyê, Îran, Sûrî û Iraq wê bibin cihên zehmettir ku mirov bikare lê bijî.”