Li Bangladeşê polîsan êrîş birin ser karkerên tekstîlê

Li Bangladeşê karkerên tekstîlê ji bo zêdekirina mûçeyan xwepêşandanek kirin, lê polîsan êrîş kirin. Sendîkayan êrîş û girtin şermezar kirin.

Li Bangladeşê bi hezaran karkerên tekstîlê ji bo şermezarkirina zêdekirina 'pêkenok' a mûçeyên kêmtirîn xwepêşandan kirin. Polîsan diyar kirin ku bi fîşekên plastîk û gazên çavan dişewitînin dest li karkeran werdan.

Komîteya mûçeyê kêmtirîn ê sektora tekstîlê roja Sêşemê mûçeyên bingehîn ên mehane yên çar milyon karkerên li sektorê ji sedî 56,25 zêde kir û kir 12 hezar û 500 taka (104 euro). Lê belê sendîkayan ev rêje weke 'pêkenokî' pênase kirin û red kirin.

Karkerên ku du hefte ne xwepêşandanên şermezarkirinê lidar dixin, dixwazin mûçeyên wan ên mehan ku niha 8 hezar û 300 taka (70 euro) ye, bi sê qatan bê zêdekirin.

Li gorî polîsan li bakurê Dakkayê di xwepêşandanan de bûyer qewimîn û bi gazên çavan dişewitînin û fîşekên plastîk li hemberî karkeran hatine bikaranîn. Karkeran jî agir berdan êzingan û bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan.

Li banliyoyên bakurê Dakkayê jî li Ashûlîayê bi hezaran karker li hev kom bûn ji bo xwepêşandanê bikin.

Li gorî polîsan ji dema destpêkirina xwepêşandanên şermezarkirinê û vir ve herî kêm 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 5 polîs jî birîndar bûn.

Bangladeş piştî Çînê welatê duyemîn ê cîhanyê ye ku îxracata kincan dike û tekstîl li vî welatî sektora herî girîng e. Li vî welatî nêzî 3 hezar û 500 febrîqeyên tekstîlê hene ku piraniya karkên lê dixebitin jin in. Li van febrîqeyan ji sedî 85 ê îxracata salane ya bi 51 milyar euroyî ya Bangladeşê tê hilberandin. Ev sektor ji markayên navdar ên cîhanê mîna Levî's, Zara (Koma Îndîtex) û H&M re kincan peyda dike.