YE’yê derbarê TikTok û YouTube lêpirsîn da destpêkirin
Komîsyona Ewropayê der barê platforma medyaya dijîtal ya TikTok û malpera parvekirina dîmenê YouTube de lêpirsîn da destpêkirin.
Komîsyona Ewropayê der barê platforma medyaya dijîtal ya TikTok û malpera parvekirina dîmenê YouTube de lêpirsîn da destpêkirin.
Komîsyona Ewropayê di çarçoveya Qanûna Karûbarên Dîjîtal (DSA) de ji şîrketan xwest ku derbarê tedbîrên wan ên ji bo pêkanîna berpirsyariyên xwe yên parastina biçûkan de agahiyên zêdetir bidin.
TikTok û YouTube divê herî dereng heta 30’ê Mijdara 2023’an agahiyên hatine xwestin bidin.
Komîsyona Ewropayê diyar kir ku lêpirsînên cuda dewam dikin û ger hewce bike wê gavên cudatir jî bavêjin.
Desteya Rêveber a Ewropayê di heman demê de derbarê parekendefiroşa onlîne ya Çînê AlîExpress de bi îdiaya ku dermanên sexte jî di nav de ji ber belavkirina berhemên qaçax lêpirsîn da destpêkirin.