Latîf Reşîd û Beşar Esad li Riyadê hevdîtin kirin

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esar re li Riyadê hevdîtin kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya İraqê ragihand ku ji bo beşdarbûna Lûtkeya Erebî û Îslamî ya Hevbeş ya ku wê li ser rewşa Xezayê were lidarxistin, Serokkomarê İraqê Letîf Reşîd çûye paytexta Erebistana Siûdî Riyadê.

Wezareta Karên Derve ya Siûdiye di daxuyaniyeke xwe de bi bîr xist ku “ji bo bersivandina şert û mercên îstîsna yên li Xezayê”, lûtkeya Erebî û Îslamî ya hevbeş û ne asayî tê lidarxistin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku piştî şêwiriya Siûdî bi Komkara Erebî û Rêxistina Hevkariyê ya Îslamî re, ev biryar girtiye.

Her wiha hate ragihandin ku şandeyek ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn jî di nav de ji bo beşdarbûna Lutkeyê çûye Riyadê.