Ji sekreterê çapemeniyê ya Pentagonê Sabrina Singh roja Pêşcşemê ragihand ku ji 17’ê Cotmehê piştî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de, 46 êrîş li dijî DYE’yê li Îraq û Sûriyeyê hatine kirin.
Singh da zanîn ku 24 ji van êrîşan li Iraqê û 22 jî li Sûriyeyê hatine kirin û di hemû êrîşan de balafirên bêmirov û roketên teqemenî hatine bikaranîn.
Singh di kurtedaxuyaniyek de ji rojnamevanan re got, "Eger ev êrîşên li ser personelên me berdewam bikin, em ê bêdudilî di dem û cihên em diyar bikin de bersivê bidin. "
Li gorî Pentagonê bi giştî 56 leşker di êrîşan de birîndar bûne, lê piraniya wan sivik birîndar bûne û hemû jî vegeriyan ser erkên xwe.
LI SÛRIYEYÊ TESÎSÊN MUHAFIZÊN ŞOREŞA ÎRANÊ HATIN HEDEF GIRTIN
Êrîşên dawî piştî êrîşeke hewayî ya ku DYE’yê li Sûrîyayê roja Çarşemê li dijî tesîseke girîng a çekan ku ji aliyê Muafizên Şoreşa Îranê û alîgirên wan ve dihat bikar anîn, pêk hat. Singh ragihand ku êrîş zirareke mezin gihandiye depoya tesîsê û wiha got, "Me wê evahiyê hema bi temamî ji holê rakir û êdî ket rewşek ku neyê bikaranîn.”
Êrîşa DYE’yê roja Çarşemê piştî Hûsiyan li peravên Yemenê balafirek bêmirov a MQ-9 xist xwarê pêk hat.
Piştî şerê Îsraîl û Hamasê DYE’yê hebûna xwe li Rojhilata Navîn bihêz kir û di dawiya Cotmehê de jî êrîş birin ser navendeke çekdarên ku Îran piştgirîya wan dike.
Li ser bertekên komarparêzên li DYE’yê Singh, diyar kir ku DYE’yê bersivek “Mutenasîp” daye, hewl neda ku şer gur bike, berovajî wê erka sereke ew e ku şerê Îsraîl û Hamasê berfireh nebe.
Singh got, "Em dixwazin piştrast bin ku em dikarin vê pevçûnê tenê bi Îsraîl û Hamasê re sînordar bihêlin û me nedît ku ev pevçûn berfirehtir dibe. Em peyamek dişînin û em difikirim ku peyam hate wergirtin."