Çîn amade ye ku têkîliyên xwe bi DYE’yê re xurt bike
Tê payin ku Şî Cînpîng û Joe Bîden hefteya bê li San Francîscoyê li hev bicivin. Beriya civînê Alîkarê Serokê Çînê got ku Çîn amade ye di 'her astê' de têkîliyên xwe bi DYE’yê re xurt bike.
Tê payin ku Şî Cînpîng û Joe Bîden hefteya bê li San Francîscoyê li hev bicivin. Beriya civînê Alîkarê Serokê Çînê got ku Çîn amade ye di 'her astê' de têkîliyên xwe bi DYE’yê re xurt bike.
Alîkarê Serokê Çînê Han Zheng di Forûma Aboriya Nû Bloomberg a li Sîngapûrê de axivî û diyar kir ku civînên dawî yên di nava rayedarên Çîn û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) nîşan dide ku têkîliyên di navbera her du aliyan de baş dibin.
Han wiha got: “Em amade ne ku têkîliyên xwe yên bi DYE’yê re di her astê de xurt bikin û zehmetiyên kûreyî bi hev re derbas bikin.”
Serokê DYE’yê Joe Bîden ragihand ku ew plan dike di nîva meha Mijdarê de li San Francîscoyê di çarçoveya lûtkeya Apec (Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîk) de bi lîderê Çînê Şî Cînpîng re hevdîtinê bike.
Pekîn hîna hevdîtin piştrast nekiriye, lê Zheng Han dubare kir ku têkîliyên di navbera Pekîn û Washîngton de ji bo “pêşeroja mirovahiyê” diyarker e. Han got: “Cîhan têra xwe mezin e ku her du welat bi hev re pêş bikevin.”