BI DÎMEN

Jinên Suryanî piştevaniyê ji xwe re dikin esas

Yekîtiya Jinên Suryanî ku sala 2013'an ava bû, bi piştevaniya jinên Ereb, Kurd û Suryanî dixwaze li Rojhilata Navîn rêxistiniya jinê û civakê berfireh bike.

Yekîtiya Jinên Suryanî ji bo parastina mafên jinên Suryanî, têkoşîna li dijî zayendîperestiya civakî û parastina mîrateya çandî ava bû. Yekîtiya Jinên Suryanî ji bo karibe dengê jinên Suryanî bide bihîstin û mafên wan biparêze çalakiyên cihêreng lidar dixe û ji bo bibe dengê jinan hemûyan kar dike.

Endama Yekîtiya Jinên Suryanî Corcet Bersomo têkildarî rêxistiniya jinên Suryanî axivî.

DI SALA 2005'AN DE KOMÎTEYA JINÊ YA SURYANÎ AVA BÛ

Corcet Bersomo anî ziman ku beriya sala 2000'î mafên wan ên ji bo parastina gelê Suryanî û mafên jinan tine bûn û got, "Di salên 2000-2005'an de bi têkoşîna yekîtiyê re pêvajoya çalakiyan destpê kir. Di sala 2005'an de Komîteya Jinên Suryanî ava bû. Bi vê komîteyê re karên rêxistinî, çandî û civakî destpê kir. Bi taybetî giranî ji perwedeyên çandî û civakî re hate dayin."

DI SALA 2013'AN DE YEKÎTIYA JINÊN SURYANÎ HATE RAGIHANDIN

Corcet Bersomo anî ziman ku di 13'ê Tîrmeha 2013'an de bi beşdariya 200 jinî wan li bajarê Dêrikê yekemîn konferansa xwe lidar xistin û got, "Bi ragihandina Yekîtiya Jinên Suryanî re li Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo û Hesekê şaxên wê hatin avakirin. Li van deveran her wiha ji bo parastina mafên jinan, birêxistinkirina wan bernameyên perwerdeyê hatin pêkanîn. Bi yekîtiyên ku li 4 bajaran hatin avakirin ji bo zarokên Suryanî ji zimanê xwe yê dayikê bêpar neyên hiştin, navendên perwedeyê hatin avakirin."

LI QAMIŞLO Û HESEKÊ MALA JINÊN SURYANÎ YA EŞTARÛT

Corcet Bersomo diyar kir ku bi 5 jinan re di sala 2019'an de li Hesekê, bi 5 jinan di 28'ê Îlona 2019'an de li Qamişloyê Mala Jinên Suryanî ya Eştarût ava kirine û got, "Eştarût ku cihê lihevkirin û piştevaniya civakî ye, pirsgirêkên civakî lê têne çareserkirin. Her wiha ji bo wekheviya civakî pêk were, pirsgirêk bêne kêmkirin û civak bigihêje asteke zanistî giranî ji perwerdeyê re dide. Pirsgirêkên civakî yên li Eştarûtê nikarin bêne çareserkirin li Meclîsa Edaletê ya Civakî bi beşdariya nûnerên Eştarûtê têne çareserkirin.

BI MALA JINÊ XWE BI RÊXISTIN DIKIN

Gelê Suryanî tevî ku destpêkê mala jinê fêhm nekir jî bi serdanan re armanca mala jinê têgihişt, veguheran cihekî civakî. Gilî û pirsgirêkên ku digihêjin Mala Jinên Suryanî ya Eştarût mehane têne nîqaşkirin. Li ser vê bingehê jî ji bo kêmkirina pirsgirêkên li nava civakê panel, civîn û perwerde têne lidarxistin. Bernameyeke ji bo naskirina şêweyê çareserkirina pirsgirêkên civakî ye. Jinên Suryanî hem li nava jiyanê hem jî li nava kar di bin sîwana Yekîtiya Jinên Suryanî de xwe bi rêxistin dikin."

AKADEMIYA JIN ÊN CIWAN A BES NAHREN

Corcet Bersomo anî ziman ku di sala 2018'an de li Hesekê Akademiya Jin ên Ciwan a Bes Nahren hate avakirin û got, "Pêwîstî bi akademiyeke hebû ku xwe dispart pîşeyê. Lewma jî Akademiya Jin ên Ciwan a Bes Nahren hate damezrandin. Ji bo jin ji aliyê aboriyê ve serbixwe bibin, pêwîstiya xwe bi pîşeyekî heye. Jinên ku bi rengekî profesyonel dixebitin û ji aliyê aboriyê ve serbixwe ne di nava civakê de hîn bêhtir şareza dibin. Dewreyên me yên perwerdeyê hene ku ji 3 mehan heta 6 mehan dewam dikin. Heta niha akademiyeke me nîne ku perwedeya îdeolojîk dike. Ji bo dîrok û xweparastina jinê şert e ku perwerdeya îdeolojîk bê dayin. Têkoşîn ne tenê bi bidestxistina serxwebûna aboriyê dibe. Yên ku xwe û civakê nas dikin hîn bi xurtî dikarin pêşengiyê ji civakê re bikin." Corcet Bersomo diyar kir ku wê dest bi amadekariyên ji bo avakirina akademiyeke îdeolojîk bikin.

DIXWAZIN RÊXISTINIYA JINÊ BELAV BIKIN

Corcet Bersomo destnîşan kir ku armanca bingehîn a Yekîtiya Jinên Suryanî birêxistinkirina jinên Suryanî berfirehkirina diyaloga bi tevgerên jinan re ye û got, "Xurtkirina têkiliyên bi jinên Kurd, Ereb û Suryanî wê rêxistiniya jinê jî xurt bike. Jinek ji neteweyekê çiqasî xwe bi rêxistin bike, eger ev rêxistinî jinên din jî venehewîne wê teng bimîne. Em tevlî konferansa jinê ya li Lubnanê û panela jinê ya li Tûnisê bûn. Bi piştevaniya bi jinên li Rojhilata Navîn em dikarin azadiya gelên Rojhilata Navîn misoger bikin."