Roja 35'an a şerê Îsraîl-Hamasê: Xeze, Lubnan û Sûriye hatin bombekirin

Di roja 35'an a şerê Hamas-Îsraîlê de li gorî rayedarên Hamasê careke din bombe li nexweşxaneyan hatin barandin. Îsraîlê her wiha êrîş bir ser başûrê Lubnanê û Sûriyeyê.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê şeva Pêncşemê li Şerîda Xezeyê herî kêm 3 nexweşxane yan jî derdora nexweşxaneyan ji aliyê Îsraîlê ve ji hewayî hatin bombekirin.

ÊRÎŞA LI SER NEXWEŞXANEYAN

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ji televîzyona Al Jazeera re axivî û got, "Dagirkeriya Îsraîlê di nava çend saetên dawî de êrîş bir ser çend nexweşxaneyan."

Hate ragihandin ku bombe li hewşa nexweşxaneya El Şîfa hatiye barandin ku nexweşxaneya esasî ya li bajarê Xezeyê û ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene. Li ser mijarê agahiyên berfireh nehatin dayin.

Îsraîlê êrîş piştrast nekir, lê beriya niha îdîa kiribû ku Hamasê li binê nexweşxaneya El Şîfa navenda fermandariyê û tunel çêkiriye. Ev sûcdarî jî ji aliyê koma Fîlîstînî ve hatibû redkirin.

NÊZÎ 11 HEZAR KES HATIN KUŞTIN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê roja Pêncşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di bombardûmana Îsraîlê de ya li ser Şerîda Xezeyê 10 hezar û 812 kes hatin kuştin. Bîlanço her saet giran dibe.

ÎSRAÎLÊ ÊRÎŞ BIR SER HÊZÊN TAYBET ÊN HAMASÊ

Li gorî nûçeya Haaretzê, artêşa Îsraîlê û servîsa îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê Şîn Bet roja Înê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku li bakurê Xezeyê di operasyona li Cîbaliyeyê de endamên hêza (elît) Nûhba ya Hamasê hatine kuştin.

Li gorî nûçeyê, di nava endamên Hamasê de yên hatin kuşltin fermandarê tîma hêzên taybet Ahmed Mûsa û ji fermandarên leşkerî yên Hamasê Omar Alhandî jî hene.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li bakur serkêşê yekîneya sekvaniyê ya Hamasê Mûhammed Kahlot hatiye kuştin.

ÇEND SAETAN NAVBER HATE DAYIN

Tevî ku Qesra Spî ragihand ku Serokê DYE'yê Joe Bîden gotiye 'îhtimala agirbestê nîne', Îsraîlê roja Pêncşemê qebûl kiriye ku li bakurê Şerîda Xezeyê 'navber' bê dayin.

Berdevkê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Qesra Spî John Kîrby got, "Îsraîl li herêmên diyarkirî yên li Şerîda Xezeyê rojane ji bo çar saetan wê navberê bide şer, ku ev yek jî beriya sê saetan wê bê ragihandin."

Li gorî Kîrby, Îsraîlî di vê dema rawestînê de wê li van herêman operasyona leşkerî nekin.

NETANYAHÛ: ARMANCEKE ME YA JI BO RÊVEBIRINA XEZEYÊ NÎNE

Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahû diyar kir ku artêş di êrîşa li ser Hamasê de 'bi rengekî baş bi pêş ve diçe' û anî ziman ku nêta wan nîne ku Xezeyê bi rê ve bibe yan jî dagir bike.

Netanyahû ji Fox Newsê re axivî û got, "Em hewl nadin ku Xezeyê bi rê ve bibin. Her wiha em hewl nadin dagir bikin, lê belê em hewl didin paşerojeke baş bidin wan û xwe."

BOMBE LI SÛRIYEYÊ HATE BARANDIN

Artêşa Îsraîlê li ser tevna X (navê xwe yê berê Twîtter) daxuyaniyek da û diyar kir ku li hemberî balafira bêmirov a ku roja Pêncşemê li bajarê Eîlat ê li başûr li dibistanekê ket, roja Înê bombe li Sûriyeyê hate barandin. Hate ragihandin ku 'li rêxistina êrîş kiriye' hatiye xistin.

Îsraîlê ragihand ku ji her êrîşa ji xaka Sûriyeyê tê kirin, ew rejîma Sûriyeyê berpirsyar dibînin.

BAŞÛRÊ LUBNANÊ HATE BOMBEKIRIN

Artêşa Îsraîlê her wiha diyar kir ku operasyonên ji bo tunekirina binesaziya 'Hîzbûllahê' ya li Lubnanê dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Balafirên şer, li hemberî êrîşên li ser Îsraîlê li hedefên Hîzbûllahê yên li Lubnanê xistin."

LI DERYA SOR FUZEYEK HATE ASTENGKIRIN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê êvara Pêncşemê bi sîstema parastina fuze ya Arrow 3 li Derya Sor fuzeyek hate astengkirin.