Elmanya dê alîkariyên xwe yên leşkerî yên ji bo Ûkraynayê zêdetir bike
Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê ragihand ku ew ê alîkariya leşkerî ya ku plan dikin sala 2024’an li Ûkraynayê bikin, wê du qat zêdetir bikin.
Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê ragihand ku ew ê alîkariya leşkerî ya ku plan dikin sala 2024’an li Ûkraynayê bikin, wê du qat zêdetir bikin.
Roja Yekşemê di çapemeniya Elman de nûçe derketin holê ku budçe du qat hatiye zêdekirin. Wezîrê Parastinê Boris Pistorius ji Televîzyona ARD’ê re axivî û têkildarî vê yekê wiha got: “Ev nîşaneyeke mezin e ku em dê Ûkraynayê bi tenê nehêlin.”
Wezîr wiha ragihand: ‘’Di serdemeke ku bala hemû cîhanê li ser şerê Îsraîl û Xezzeyê de ye ev yek ji bo ku Ûkrayna tekoşîna xwe bidomîne’’ nîşaneyeke girîng e.
Hikûmeta Elmanyayê di destpêkê de bi piranî ji bo techîzatên leşkerî 4 milyon euro alîkarî dabîn kiribû.
Lê partiyên Hikûmeta Koalîsyonê ya di bin Serokwezîrtiya Olaf Scholz de li hev kirin ku alîkariya darayî du qatî zêde bikin. Tê payîn ku biryar hefteya bê roja Pêncşemê li Meclisa Nûneran bi dengdaneke komîteyî bikeve resmiyetê.
Ji destpêka şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê dayî destpêkirin heta niha, Elmanya bû yek ji wan welatên sereke ku piştgiriyê dide Kîevê û wekî alîkariyên mirovî, darayî û leşkerî heta niha nêzî 22 milyon euro ji bo Ûkraynayê dabîn kiriye.
Berlînê bi taybetî ji bo parastinê tang, wesayîtên zirxî, muhîmat û uçaksavar şandin Kîevê. Lê belê Elmanya, di mijara dayîna fuzeyên Taurus ên lûledirêj de bi fikar e ku Kîev bi van fuzeyan axa Rûsyayê bike hedef.
Elmanyayê daxuyaniya xwe di wê demê de kir dema ku operasyona Ûkraynayê li dijî hêzên Rûsî dayî destpêkirin sekinîbû û şerê li eniyan rawestiyabû.
Serfermandarê Artêşa Ûkraynayê Valery Zalujini, di hevpeyvîna xwe ya The Economistê de gotibû ku her du artêş jî di şerê eniyan de asê bûne lê behsa ‘’korerêyekê’’ kiribû.