Li Hindistanê tunel hilweşiya, herî kêm 40 karker asê man
Li bakurê Hindistanê di çarçoveya Projeya Rêya Char Dam de tuneleke rêya bejahî dihat avakirin. Ji ber hilweşîna tunelê herî kêm 40 karker asê man.
Li bakurê Hindistanê di çarçoveya Projeya Rêya Char Dam de tuneleke rêya bejahî dihat avakirin. Ji ber hilweşîna tunelê herî kêm 40 karker asê man.
Rayedarê servîsa rizgarkirinê Dûrgesh Rathodî têkildarî vê bûyera ku îro çêbûyî, wiha got: “Beşekî tunelê yê nêzî 200 metreyî hilweşiya û herî kêm 40 karker di hundir de asê mane.”
Rathodî diyar kir ku dema komên rizgarkirinê hewl didan cihên asê vekin, hîn zêdetir moloz ketin û bi zehmetiyê re rû bi rû man.
Bûyer vê serê sibehê, li herêma Hîmalaya qewimî. Hat zanîn ku tunel 4,5 kîlometre dirêj e.