NY dikare di nava 48 saetan de alîkariyên mirovî yên li Xezeyê rawestîne!

Serokê Saziya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji bo Xezeya ku di bin dorpêça Îsraîlê deye hişyarî da ku ji ber destûr nayê dayîn sotemenî derbasî herêmê bibe, dibe ku xebatên alîkariyên mirovî di nava 48 saetan de bên rawestandin.

Serokê UNRWA’yê Thomas White di daxuyaniya X’ê de ev tişt parve kir: “Vê sibehê, xebatên du taşeronên me yên sereke yên belavkirina avê rawestiyan. Sotemeniya wan qediya. 200 hezar kes ji ava vexwarinê bêpar hatin hiştin."

Serokê UNRWA’yê hişyarî da ku ji ber nebûna sotemeniyê bo herêma ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin, xebatên alîkariyên mirovî dikarin di nava 48 saetan de bên rawestandin.

Hat diyarkirin ku ji 2,4 milyonî kesên li Xezeyê bûn, zêdetirî nîvê wan ji cih û warên xwe bûne û bi temamî girêdayî alîkariyên mirovî ne.

Her wiha UNRWA’yê ragihand ku yek ji ofîsên wê yên li Refahê ku li başûrê Xezeyê ye, piştî êrîşa hêzên deryayî yên Îsraîlê zirareke mezin dîtiye.

Di daxuyaniya ku roja Duşemê hat dayîn de hat gotin ku beriya êrîşê xebatkarên Neteweyên Yekbûyî yên navneteweyî ji avahiyê derketine û tu ziyanên canî çênebûne.

Saziya Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist ku wan cihên binesaziyan ji aliyên şer re ragihandine û tekez kir ku li Xezeyê cihekî ewle nîne.

UNRWA’yê diyar kir ku ev êrîş di demeke ku artêşa Îsraîlê ferman daye şêniyên Xezeyê ku biçin başûr ku wir bi ewle ye de pêk hat.

UNRWA’yê diyar kir ku dorpêça li bakurê Xezeyê her ku diçe tundtir dibe û ragihand ku di hefteya pêncemîn a bombebarana Îsraîlê de, "zêdetirî 60 bûyerên zirarên kêm an jî êrîşên rasterast ên li ser binesaziyan û bi taybetî jî dibistanên ku sivîl lê ne” tomar kirine.

Saziyê got ku ji bo 780 hezar koçberan stargeh çêkirine û îdia kir ku di van bomberdûmanan de herî kêm 66 koçber mirine û bi sedan kes jî birîndar bûne. UNRWA’yê diyar kir ku ji sedî 70 binesaziyan li başûrê Xezeyê ne.