Li hemberî baregeha DYE ya li Başûrê Kurdistanê êrîşa bi droneyan
Li hemberî koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê ya navneteweyî ku li balafirgeha Herîr a Hewlêrê ye, bi du droneyan êrîş hate kirin.
Li hemberî koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê ya navneteweyî ku li balafirgeha Herîr a Hewlêrê ye, bi du droneyan êrîş hate kirin.
Ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve êrîşên li ser hêzên DYE û koalîsyonê yên li Iraq û Sûriyeyê zêde bûn.
Servîsa tekoşîna li dijî terorê ya herêma Kurdistanê ragihand ku bi 2 balafirên bêmirov li hemberî baregeha leşkerî ya koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê êrîş hate kirin ku li balafirgeha Herîr a li bajarê Hewlêrê ye.
Hate ragihandin ku êrîş nîvê şevê hate kirin û tiştek bi kesî nehatiye.