Pedro Sanchez ji bo li desthilatdariyê vegere bi partiya Katalan re li hev kir
Partiya Sosyalîst a Spanyayê ya Pedro Sanchez ji bo li desthilatdariyê vegere bi partiya Katalan a alîgirê serxwebûnê re li hev kir.
Partiya Sosyalîst a Spanyayê ya Pedro Sanchez ji bo li desthilatdariyê vegere bi partiya Katalan a alîgirê serxwebûnê re li hev kir.
Li gorî medyaya Spanyayê, di encama muzakereyên dirêj de, Partiya Sosyalîst a Spanyayê ya Pedro Sanchez, roja Pêncşemiyê 9’ê Mijdarê, bi serokê Katalanê yê alîgirê serxwebûnê ku li sirgûnê ye Carles Puigdemont re li hev kirine.
Partiya Katalan di berdêla piştgiriyê de ji sosyalîstan ew soz wergirt ku ji bo aktîvîst û rêveberên Katalan ên bi hinceta cudabûna Katalonyayê têne darizandin, li Parlamentê qanûneke efûyê qebûl bike.
Carles Puigdemont ku li dadgehên Spanyayê dihat darizandin, di sala 2017’an de mecbûr mabû ku ji Spanyayê derkeve. Puigdemont li Brukselê li sirgûnê ye. Derbarê naveroka lihevkirinê de ti agahiyên din di medyayê de nehatin parvekirin.
Piştgiriya 7 parlamenterên partiya Carles Puigdemont Junts per Catalunya ji bo Pedro Sanchez, ku di hilbijartinên giştî yên 23’ê Tîrmehê de bû duyemîn, ji bo vegere desthilatdariyê û piraniya deng bi dest bixe, xwedî girîngiyek kritîke.
Rastgir û rastgirên tund ên Spanyayê ji ber efûya ku wê ji Katalanan re bê derxistin bi hêrs in û Pedro Sanchez tawanbar dikin ku ew amade ye her tiştî bike da ku li ser desthilatdariyê bimîne.