Balafirên Îsraîlê Sûriyeyê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî êrîşa li dijî Girên Golanê ya li Sûriyeyê ku ji aliyê Îsraîl ve hatiye îlheqkirin, balafirên şer ên Îsraîlê li “binesaziyên terorîstan” ên li Sûriyeyê xistine.

Artêşê di daxuyaniyeke kurt de got: "Beriya niha bi demeke kin, duh (Şemî), ji bo bersivdayina êrîşa li dijî Girên Golanê, balafirên şer li binesaziya terorê ya li Sûriyeyê xistine.”

Roja Şemiyê hate ragihandin ku 2 cîsmên ku ji Sûriyeyê hatin avêtin li herêmên çolter ên Girên Golanê ketine û li herêmê dengên hişyariya roketan hatine bihîstin.

Îsraîl roja Înê piştî balafirek bêmirov ku ji Sûriyeyê hatibû şandin û li dibistaneke Eilat (li başûrê Îsraîlê) ket, Sûriyeyê bombebaran kir.

Îsraîlê di sala 1967’an de di şerê Ereb-Îsraîl de beşek ji Girên Golanê bi dest xistibû û di sala 1981’ê de herêm îlheq kiribû. Ev îlheqî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nayê naskirin.