Roja 37’an: Nexweşxane vediguherin morgê, Netanyahû ‘tiştek din’ dixwaze!

Di roja 37’an a şerê Hamas û Îsraîlê de li nexweşxaneyên li Xezeyê fikar zêde dibin. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû got ku ew ‘tiştek din’ ji Rêveberiya Fîlîstînê dixwaze.

Şerê Îsraîl û Hamasê di roja 37’an de didome.

Bi taybetî fikara li nexweşxaneyan zêde dibe. Gelek nexweşxane bi xeteriya qutbûna elektrîkê û bombebaranê re rû bi rû ne.

BÎLANÇO

Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di bombebaranên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 11 hezar û 78 kes mirine ku ji wan 4 hezar û 506 zarok in.

Li gorî hejmara dawî ya ku artêşa Îsraîlê şeva Şemiyê eşkere kir, di 3 rojan de nêzî 200 hezar Fîlîstînî neçar man ku biçin başûrê herêmê.

ZÊDEYÎ 1,5 MILYON KES JI CIHÊN XWE BÛN

Li gorî NY’ê ji nifûsa bi giştî 2,4 milyonî, zêdeyî 1,5 milyon kes ji cihên xwe bûn.

Li gorî ofîsa Karên Mirovî ya NY’ê (OCHA) ji 36 nexweşxaneyên li Xezeyê, 20 nexweşxane ji ber şer nikarin xizmetê bikin.

Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs roje Yekşemê ragihand ku têkîliya wan a bi erkdarên li Nexweşxaneya El Şîfa re qût bûye.

Ghebreyesûs li ser X’ê got ku WHO derbarê ewlehiya mirovên ji cihên xwe bûne û yên li nexweşxaneyê bi fikar e.

MSF: NEXWEŞXANE VEDIGUHERIN MORGÊ

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya ku roja Yekşemê dayî de, got ku ew ê ji bo tahliyekirina pitikên li nexweşxaneyên ku derdora wê şer lê dijwar e, bibin alîkar.

Roja Şemiyê rêxistina civaka sivîl ragihand ku ji ber qutbûna elektrîkê li nexweşxaneyê “du pitikên premature” mirine.

Dr. Mohammed Obeîd ku li zanîngeha jidayikbûna nû weke cerahê Bijîjkên Sînornenas (MSF) wezîfe dimeşîne, li ser X’ê peyamek weşand û got: “Ji ber nexebitîna kuvozên wan û nebûna elektrîfkê, pitik mirine.”

MSF’ê roja Yekşemê daxuyanî da û got ku eger ev komkujî neyê rawestandin, ev nexweşxane wê veguherin morgê.

NETANYAHÛ JI RÊVEBERIYA FÎLÎSTÎNÊ ‘TIŞTEK DIN’ DIXWAZE

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû roja Şemiyê daxuyanî da û got ku ew ji rêveberiya Fîlîstînê ku niha Mahmûd Abbas serokatiya wê dike, tiştek din; rêvebirina Xezeyê dixwaze.