Roja 38’an: Li gorî Hamasê nexweşxane nikarin xizmetê bikin

Di roja 38’an a şerê Îsraîl-Hamasê de, Hamasê ragihand ku hemû nexweşxaneyên li Xezeyê nikarin xizmetê bikin û li nexweşxaneya El Şifayê 6 pitikên premature mirine. YE’yê şermezar kir ku Hamas nexweşxaneyan bi kar tîne.

Şerê ku 7’ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê re destpê kirî, di roja 38’an de didome.

Hikûmeta Hamasê roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku hemû nexweşxaneyên li bakurê Xezeyê nikarin xizmetê bikin.

Her wiha Hamasê îdîa kir ku li nexweşxaneya herî mezin El-Şifa ji ber nebûna elektrîkê, “6 pitikên premature” û “9 nexweşên beşa lezgîn” mirin.

MSF’ê roja Yekşemê hişyarî kiribû ku eger agirbest çênebe, wê ev nexweşxane veguherin morgê.

Yekîtiya Ewropayê jî şermezar kir ku Hamas li Xezeyê “nexweşxane û sivîlan weke mertalên zindî” bi kar tîne.

LI XEZEYÊ ZÊDEYÎ 11 HEZAR KES MIRIN

Hikûmeta Hamasê roja Yekşemê bîlançoya dawî eşkere kir û ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 11 hezar û 180 Fîlîstînî mirine. Lê ev bîlanço her saeta ku derbas dibe, giran dibe.

LI XEZEYÊ 44 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ MIRIN

Artêşa Îsraîlê roja Duşemê daxuyanî da û ragihand ku di şerê li Xezeyê de du leşkerên din mirin û diyar kir ku ji roja şer destpê kirî û vir ve li ser xaka Fîlîstînê bi giştî 44 leşkerên Îsraîlê mirine.