Şerê Îsraîl-Hamasê di roja 33'an de ye
Di roja 33'an a şerê Îsraîl-Hamasê de artêşa Îsraîlê operasyona leşkerî dewam dike. Her wiha li başûrê Lubnanê jî di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de şer diqewime.
Di roja 33'an a şerê Îsraîl-Hamasê de artêşa Îsraîlê operasyona leşkerî dewam dike. Her wiha li başûrê Lubnanê jî di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de şer diqewime.
Şerê ku 7'ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, bi operasyona bejahî ya li ser Xezeyê dewam dike.
Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahû ragihand ku heta dîlgirtî neyên berdan wê agirbestê qebûl nekin, her wiha sotemeniyê neşînin herêmê.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku beriya daxwaza agirbestê divê 241 dîlgirtiyên di destê Hamasê de ne bêne berdan. Her wiha tê îdîakirin ku eger agirbestek bê ragihandin wê Hamas 10 heta 15 dîlgirtiyan berde û lîsteyek li ser dîlgirtiyan biweşîne.
ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ LI NAVENDA XEZEYÊ YE
Li gorî Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, leşkerên Îsraîlê 'li dilê bajarê Xezeyê' ne. Gallant her wiha careke din bang li sivîlên Fîlîstînî kir ku 'ji bo ewlekariya xwe' biçin başûrê Şerîda Xezeyê.
LI XEZEYÊ REWŞ FELAKET E
Rewşa li Xezeyê jî ber bi felaketê ve diçe. Beşa ragihandinê ya Hamasê ya li Xezeyê êvara Sêşemê li ser Telegramê diyar kir ku gelek goristanên li herêmê 'tijî bûne û cih ji bo veşartinê nemaye'.
Şêniyên Xezeyê ji 9'ê Cotmehê ve ji av, elektrîk û xurekê bêpar hatine hiştin û di bin dorpêçeke giran de ne.
Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ji 21'ê Cotmehê û vir ve 650 qemyonên alîkariya mirovî ji deriyê Refahê derbasî herêmê bûne.
HEJMARA MIROVÊN JI BAKURÊ XEZEYÊ DIREVIN ZÊDE DIBE
Hejmara mirovên ji bakurê Şerîda Xezeyê direvin rojên Duşem û Sêşemê bi sê qatî zêde bû. OCHA'yê diyar kir ku 6'ê Mijdarê derdora 15 hezar mirov derbas bûn.
Li gorî OCHA'yê nêzî 1,5 milyon mirov ên li Şerîda Xezeyê ji cih û warê xwe bûne.
BÎLANÇO GIRAN DIBE
Di daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê de hate ragihandin ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di bombardûmana Îsraîlê de 10 hezar û 328 kes hatine kuştin ku 4 hezar û 200 ji wan zarok bûn.
DYE: DIVÊ ÎSRAÎL ŞERÎDA XEZEYÊ JINÛVE DAGIR NEKE
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blînken roja Çarşemê li Tokyoyê di civîna wezîrên karên derve ya welatên G7 de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Îsraîl Şerîda Xezeyê 'careke din dagir neke'.
Wezîrê ji Karên Stratejîk Berpirsyar ê Îsraîlê Ron Dermer jî êvara Sêşemê ji qenala MSNBC a Emerîkayê re axivî û got, "Ev yek wê nebe dagirkeriyek."
G7 BANGA 'NAVBERA MIROVÎ' Û 'KORÎDORÊ' KIR
Wezîrên Karên Derve yên welatên G7 jî roja Çarşemê ji bo alîkariya mirovî bi lez bigihêje herêmê û sivîlên ku gefa şer li ser wan heye bêne veguhastin, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin 'navberekê û korîdora mirovî'.
Li gel şerê navbera Îsraîl-Hamasê êrîşên li ser baregehên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dewam dikin. Sibeha Sêşemê li hemberî baregeha leşkerî ya yekîneyên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê ku li balafirgeha Hewlêrê ye, êrîş hatin kirin. Êrîşa bi droneyan bi ser neket.