DYE'yê li dijî komên girêdayî Îranê yên li Dêrazorê êrîşek hewayî pêk anî
Hate ragihandin kudi encama êrîşa DYE'yê de ya li Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyeyê, 9 kesên girêdayî komên ku Îran piştgiriya wan dike, hatin kuştin.
Hate ragihandin kudi encama êrîşa DYE'yê de ya li Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyeyê, 9 kesên girêdayî komên ku Îran piştgiriya wan dike, hatin kuştin.
Serokê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Îngilîstanê ye Ramî Ebdulrehman di daxuyaniya xwe ya ji AFP’ê re got, "Di êrîşên DYE'yê yên li ser cihên komên alîgirên Îranê de 9 kesên ku ji komên ku Îran piştgiriya wan dike, hatin kuştin."
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Lloyd Austin ragihand ku, DYE'yê roja Çarşemê li Sûriyeyê li dijî "tesîsa depoya çekan" a girêdayî Îranê, weke bersivekê li hember êrîşên li dijî karmendê DYE'yê, êrişek pêk anîne.
Karbidestê Pentagonê di daxuyaniyekê de got: "Hêzên leşkerî yên DYE'yê li rojhilatê Sûriyeyê li hemberî herêmeke ji aliyê Hêzên Mûxafizên Şoreşê yên Îslamî û komên pê ve girêdayî tê bikaranîn, êrîşeke xweparastinê kirine."
Austin got, "Ev êrîş ji aliyê du balafirên F-15 ên Emerîkî ve li dijî tesîsa depoya çekan hatiye kirin."
Şefê Pentagonê diyar kir ku ev êrîş "bersiva êrîşên li dijî personelên Emerîkî yên li Iraq û Sûriyeyê ye."
Artêşa Emerîkayê hêzên Îranê ji êrîşên li ser baregehên DYE'yê berpirsyar dibîne.
Bi şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kiribû, êrîşên li ser baregehên DYE'yê zêde bûne.