CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Oxfam: Dewlemend di pandemiyê de xurttir bûn
Rêxistina Civakî ya Sivîl Oxfamê li ser ferqa di navbera çînan de rapora xwe ya salane weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku kesên zêde dewlemend di pandemiyê de hêza xwe xurttir kirine. -
Li Maliyê êrîş: Gelek leşker mirin
Li Maliyê ya li Efrîkaya Rojava dibe hedefa çeteyên cîhadîst, di êrîşên dawîn de herî kêm 6 leşker mirin. -
Polîsarîo gef li Fasê xwar: Hemû xalên leşkerî hedefa me ne!
Tevgera bêalîgir a Sahrayê Polîsario piştî ku herêmek li ser nîqaş tê kirin a di bin kontrola artêşa Fasê de bombardûman kir, diyar kir ku wê aloziya leşkerî kûrtir bibe. -
Li Meksîkayê 19 cenazeyên şewitandî hatin dîtin
Li qadeke sînorê navbera Meksîka û DYE'yê, herî kêm 19 cenazeyên şewitandî hatin dîtin. Tê texmînkirin ku komkujî ji aliyê kartelên narkotîkê ve hatiye kirin. -
Li Urdunê bi hezaran zarok ji neçarî dixebitin
Li Urdunê ji ber şewbê ji salekê zêdetir e dibistan girtî ne. Ji ber vê rewşê bi hezaran zarok neçar man ku bixebitin. -
Li Rûsyayê çalakiyên protestoyî: 2400 kes hatin destgîrkirin
Bi daxwaza berdana muxalîfê Rûs Aleksey Navalnî, roja Şemiyê li tevahiya welêt çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û bi deh hezaran kes daketin qadan. Di van xwepêşandanan de 2.400 kes hatin destgîrkirin. -
Li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî giliyê Bolsonaro hate kirin
Ji xelkên xwecihî Roanî ku sembola parêzvanên daristanên Amazonê ye, ji ber sûcê li dijî mirovahiyê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî giliyê Serokdewletê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro kir. -
Êrîşî Balafirgeha Bexda kirin
Di demê dawî de li Iraqê li ser herêmên vekirî, sûk û balafirgehan ên girîng êrîş zêdetir bûne. Bi katûşeyan êrîşî balafirgeha Bexdayê kirin. -
Isarîlê moşek avêtin Sûriyê, 4 sivîl hatin kuştin
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê Israîlê moşek avêtine herêma Hamayê û 2 jê zarok 4 sivîl mirine. -
Ji hesabê Twîtterê yê Hamaney gef li Trûmp hate xwarin
Ji hesabekî Twîtterê yê ser bi lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney ji bo hilanîna tola Qasim Silêmanî bang hate kirin û Serokê berê yê DYE'yê Donald Trûmp hedef hate nîşandan. -
Gelo reaktora li Çînê dikare pirsgirêka enerjiyê çareser bike?
Reaktoreke nû ya enerjiya nukleerê ku li Çînê hatiye çêkirin û di asta ceribandinê de ye, weke karekî girîng ê ji bo hilberîna enerjiyê ya dema bê tê dîtin. -
Birçîbûna li Efrîkayê: Bi berhemên xwecihî pirsgirêk dikare bê kêmkirin
Metirsiya birçîbûnê ya li Efrîkayê zêde bû, bandor li 250 milyon kesî kir. Bi çandina zad a li hin herêman, ku zêde ked jê re navê, dibe ku asta birçîbûnê bê daxistin. -
Di erdheja Endonezyayê de hêjmara miriyan gihişte 91’ê
Di erdheja bi hêza 6.2 ku li girava Sûlawesi ya Endonezyayê pêk hatî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişte 91’ê. -
Li navenda Bexdayê êrîşa xwekujî, gelek kes mirin
Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye êrîşeke xwekuj hate lidarxistin û gelek kes mirin. Piştî 18 mehan cara pêşîn li Iraqê êrîşeke wisa pêk tê. -
Talokeya birçîbûnê li Madagaskarê jî dixe
Ji ber ziwabûna van salên dawî yek ji wan devera ku talokeya hejariyê lê zêde bûyî Madagaskarê, dibe ku zad negihije ber destê 1,4 milyon kesî. -
Bîden û Harrîs sond xwarin
Serokê nû yê DYE’yê Jeo Bîden û alîkara serok Kamala Harrîs sond xwarin, dest bi erka xwe kirin. -
Li Madrîdê teqîn: 2 kes mirin-NÛ BÛ
Li Madrîdê ya ku paytexta Îspanyayê ye li avahiyekê teqînek çêbû. Ji ber teqînê avahî hilweşiya 2 kes mirin, gelek kes birîndar bûn. -
Atînayê nerazîbûnê nîşanî bêdengiya Elmanyayê ya li dijî Tirkiyeyê da
Parlementerê Yewnanistanê û Wezîrê Karê Derve yê berê Dora Bakoyanî ji ber bêdengiya Elmanyayê ya li hemberî gefên hikumeta Tirk xwest bila Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas daxuyaniyekê bide. -
Blînken: Em ê biryara li ser Hûsiyan ji nû ve binirxînin
Wezîrê Karên Derve yê dema bê yê DYE'y'e Antony Blînken diyar kir ku wê biryara Donald Trûmp a li ser Hûsiyên Yemenî ku li lîsteya "rêxistinên terorîst" bi cih kiribû, tavilê ji nû ve binirxînin. -
Rapora Davosê: Di maweya kurt, navîn û dirêj de talokeyên mezin hene
Di raporekê de ku beriya Forûma Aborî ya Cîhanî hatiye weşandin di maneya kurt û dirêj de ji hêlê heta bi aborî, ji avûhewayê heta bi şerê nukleer gelek taloke hene. -
Li Etiyopyayê van heftiyên dawî bi sedan kes hatin kuştin
Li herêma Tîgre ya Etıyopyayê ku meha Mijdarê hikûmetê îdîa kiribû bi rengekî tund serhildan serkut kiriye, hate diyarkirin êrîş hê jî didomin. -
Wezîrê Karên Derve yê Nû yê DYE'yê bal kişand ser pêkanînan
Wezîrê Karên Derve yê Nû yê DYE'yê Antony Blînken ku wê îro dest bi wezîfeyê bike, diyar kir ku wê kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve qebûl nekin û pêkanînan binirxînin. -
Şaristaniya 5 hezar salî li ber tunebûnê ye
Qada sîtê ya arkeolojîk a li Perûyê ku 5 hezar salî ye, ji ber lêkirina avahiyên ne qanûnî li ber tunebûnê ye. -
Trûmp wê zêdeyî 100 kesî efû bike!
Donald Trûmp ku îro dema wî ya wezîfeya serokatiyê diqede, wê 100 kesî efû bike. -
Li Darfûrê şerê qebîleyan: Bi kêmanî 140 kes hatin kuştin
Li herêma Darfûrê ya Sûdanê di şerê qebîleyan de di nav 3 rojan de bi kêmanî 140 kes hatin kuştin.