Li Madrîdê teqîn: 2 kes mirin-NÛ BÛ

Li Madrîdê ya ku paytexta Îspanyayê ye li avahiyekê teqînek çêbû. Ji ber teqînê avahî hilweşiya 2 kes mirin, gelek kes birîndar bûn.

Li Kolana Toledo ya li navenda Madrîdê di avahiyekê de teqînek çêbû. Teqîn îro piştî nîvro çêbû, 2 kes mirin, gelek kes birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku bêtir kal û pîr di vê avahiyê de dijîn û ev avahî aîdî dêrekê ye.

Tê diyarkirin dibe ku ji ber gazê ev teqîn çêbûye lê hê jî derbarê sedema teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hate diyarkirin ku di teqîna ji ber gazê pêk hatî de, avahiya 6 qat a ku girêdayî dêrekê ye ku kesên bi temen lê dijîn hema bêje bi temamî hilweşiyaye.