Li Urdunê bi hezaran zarok ji neçarî dixebitin

Li Urdunê ji ber şewbê ji salekê zêdetir e dibistan girtî ne. Ji ber vê rewşê bi hezaran zarok neçar man ku bixebitin.

Îstatîstîkên fermî yên derbarê zarokan xwe dispêre sala 2016’an.  Li gorî daneyên sala 2016’an 76 hezar zaroka neçar mane ku bixebitin. Lê li gorî qanûnan qedexe ye ku zarokên ji 16 salî biçûktir bixebitin.

Bi şewba Covîd-19’ê re hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde bû. Hinek jê rojê 3 dînaran (3,4 eûro) dixebitin. Bi vî awayî tevkariyê li kirêya xaniyan a bi qasî 130 dînaran an jî pêdiviyên malê dikin.

Kader Ebû Zahîd ê ku li bazaran erebokan bi kirê dide zarokan ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku piştî girtina dibistanan hejmara zarokên li bazaran dixebitin zêde bûye. Zaîd dibêje ku ‘Êdî bi tenê zarokên 12-17 salî di bazaran de dixebitin.

Li gorî daneyên fermî yên payîza 2020’an ji sedî 15,7’ê nifûsa welat hejar in.