Şaristaniya 5 hezar salî li ber tunebûnê ye

Qada sîtê ya arkeolojîk a li Perûyê ku 5 hezar salî ye, ji ber lêkirina avahiyên ne qanûnî li ber tunebûnê ye.

Qada sîtê ya arkeolojîk Caral li bakurêpaytexta Perû Lîma ye ku welatekî Emerîka Başûr e. Ev qata beriya 5 hezar salî weke yek ji cihên pîroz dihate dîtin. Qada sîtê ya ji 66 hektarî, ji ber qedexeyên Covîd-19 wezîfedar lê nîne. Lewma jî hatiye talankirin.

Hate ragihandin, ku di navbera mehên Adar û Hezîranê yên sala derbasbûyî de, gelek kesên ku qedexeyên ji ber şewbê ji bo xwe weke firsen dîtin, bereqe li herêmê çêkirin û dest bi çandiniyê kirin. Ji arkeologan Danîel Mayta ji medyayê re axivî û bi bîr xist ku Caral di sala 2009'an de tevlî Mîrateya Mirovahiyê ya Cîhanê ya UNESCO hate kirin, lewma talankirina wê nayê qebûlkirin.

Mayta diyar kir ku herêm a şaristaniya 5 hezar sal berê ye û destnîşan kir ku Caral di heman demê de wargeha herî kevn a tevahiya Emerîkayê ye.

Tê qebûlkirin ku şaristaniya Caralê beriya Zayînê di navbera salên 3000 û 1800 de hebû û bi şaristaniyên Mezopotamya û Misrê yên wê demê re di heman demê de bû. Caral her wiha bi 4000 salî ji Şaristaniya Înkayê jî kevn e.

Rîcarte Morocho ku parêzeriya qada sîtê dike, hişyarî da ku eger rayedar bi lez û bez nekevin dewrê wê şopa dîrokî ya 5 hezar salî tune bibe.