Gelo reaktora li Çînê dikare pirsgirêka enerjiyê çareser bike?

Reaktoreke nû ya enerjiya nukleerê ku li Çînê hatiye çêkirin û di asta ceribandinê de ye, weke karekî girîng ê ji bo hilberîna enerjiyê ya dema bê tê dîtin.

Karê bi şêweyê Rekatora Ceribandina Termonukleer a Navneteweyî (ÎTER) yekemcar bi beşdariya 35 welata nli Fransayê hate destpêkirin. Komara Gel a Çînê jî bi karekî nû tevlî vê yekê bû. Bi rêya modeleke hîn pêşketî ya bi navê Experîmental Advanced Sûpercondûctîng Tokamak (EAST) tê xwestin ku bi germahiyeke zêde atom li hev bê xistin û di asteke bilind de enerjî jê bê bidestxistin. Ev kar li bajarê Hefeî yê Çînê li ser reaktoreke biçûk a ceribandinê tê kirin.

Lê belê reaktora EAST a li bajarê Hefeî yê Çînê, vê gavê ji hilberandina enerjiyê wêdetir ji bo ceribandinê ye. Bi saya vê reaktorê wê dema bê, bêyî ku pêwîstî bi enerjiya fosîlê ya komir an jî petrolê, karibe bi bikaranîna enerjiyeke kêm, pêwîstiya enerjiyê ya mirovahiyê bê peydakirin. Niha ceribandin li ser vê armancê tê kirin.