Talokeya birçîbûnê li Madagaskarê jî dixe

Ji ber ziwabûna van salên dawî yek ji wan devera ku talokeya hejariyê lê zêde bûyî Madagaskarê, dibe ku zad negihije ber destê 1,4 milyon kesî.

Bernameya Zad a Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir, yek ji wan welatan ku talokeya hejariyê lê zêde bûye madagaskar e.

Li Madagaskarê ku li Okyanosa Hîndê ya li rojhilata Efrîkayê van mehên dawî talokeya birçîbûnê zêde bûye. Ji ber taloekya birçîbûnê ya li başûrê welêt tê diyarkirin dibe ku 1 milyon û 350 hezar kes nikaribin xwe bigihînin zad û jîgehên xwe berdidin.

Li gorî daneyên ku polîsan dane li welêt, li başûrê welêt ku ji ber ziwabVûnê û paşveçûna aborî gelek kes koç dikin. Wê demê ji ber ku kêzikeke ku zanyarên Fransî anî ziyan dabû darên kaktûsan, ji ber ku fêkiya ku zadekî girîng ê gel bû, nema, gel koç kir.

Li gorî lêkolê ji Zanîngeha Tulêarê Mahantante Tsîmanaraoty Paubert, tevgerên hevşibê ên koçkirinê herî dawî 1922'an hê dema ku Madagaskar mêtingeha Fransaiz hatibû.

Di dîroka Madagaskarê de ji 1896'an û vir ve ku bûbû mêtingeha Fransayê 16 caran demên birçîbûnê hatin çêbûn. Herî dawî jî Gulana 2020'an. Sedema vê jî li hêlekê ji ber sedema tevdîrên hêlê, kêmbûna aktivîteyên aborî û turîzmê û kêmbûna avê.

Li gorî Bernameya Cîhanê ya Zad li welêt ku nifûsa wê 27 milyon e, ên ku nikarin xwe bigihînin zad ji milyonekê derbas kirin û di nav du mehan de dibe ku ev 30 ji 100'ê dî jî zêdetir bibe.