Ji hesabê Twîtterê yê Hamaney gef li Trûmp hate xwarin

Ji hesabekî Twîtterê yê ser bi lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney ji bo hilanîna tola Qasim Silêmanî bang hate kirin û Serokê berê yê DYE'yê Donald Trûmp hedef hate nîşandan.

Ji hesabê Twîtterê “@khamenei_site” yê ser bi malpera înternetê ya Hamaney şeva Pêncşemê peyameke wiha hate weşandin: "Tolhildan nebe nabe. Divê tol ji kujerê Silêmanî û yê fermana kuştinê daye bê hilanînin."

Li kêleka van gotinên ku beriya niha ji aliyê Hamaney ve hatibûn bikaranîn, wêneyekî fotomontajkirî yê Donald Trûmp ê bi golfê dilîze, hate bicihkirin. Li ser wêne jî siya balafirê ya sêgoşe balê dikişîne.

Qasim Silêmanî ku weke afirînerê stratejiya Îranê ya li herêmê dihate dîtin, berpirsyarê operasyonên derve yê Muxafizên Şoreşê, fermandarê Hêzên Qûdsê bû.

Di 3'ê Çileya 2020'î de li Bexdayê bi fermana Trûmp bi êrişa drone hate kuştin.