Isarîlê moşek avêtin Sûriyê, 4 sivîl hatin kuştin

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê Israîlê moşek avêtine herêma Hamayê û 2 jê zarok 4 sivîl mirine.

Ajansa nûçeyan a Sanayê xwe sparta kanên leşkerî, ragihand pergala berevaniya ezmanî spedeya Înê piraniya moşekan asteng kiriye lê di van êrîşan de ,''Yek jê bav, dê û du jê zarokan'' çar sivîl mirine.

Her wiha hate gotin li eynî cihî du jê zarok 4 sivîl jî birîndar bûne û sê mal rûxiyane.

Mala Çavdêr a Sûriyê ragihand sivîl ji ber moşeka ji berevaniya ezmanî ya Sûriyê zirar gihaştiye ser wan. Li groî mala çavdêr parçeyên moşekan bi ser malekê de ketine.

Mala Çavdêr ragihand, di êrîşa Israîlê de 5 kozikên leşkerî yên komên çekdar ên bi ser Îranê ve û endamên Hîzbûllahê lê ne, hatine rûxandin. Artêşa Israîlê têkilî van êrîşan ti daxuyanî neda.

Israîlê herî dawî nîvê meha Çile li Dêrazorê êrîş biribû ser hêzên alîgirên rejîmê û leşkeran, bi kêmanî 57 leşker û milîs hatibûn kuştin. Ev bûbû êrîşa herî kujer a Israîlê ya li ser Sûriyê.

7'ê Çile jî Israîlê êrîş biribû ser başûrê Sûriyê û Şamê, 3 milîsên alîgirên Îranê hatibûn kuştin.

Li gorî rapora salane ku artêşa Îranê dawiya salê par ve kiribû, sala 2020'an li Sûriyê êrîş birine ser 50 deverî.

Ji şerê navxwe yê Sûriyê 2011'an û vir ve Israîlê heta niha bi sedan caran êrîşa ezmanî biriye ser Sûriyê. Di van êrîşan de hêzên hikûmetê, komên hevalbend û yên Îranê û Hîzbûllaha Îranê bû hedef.

Serokwezîrê Israîlê Benjamîn Netanyahû Mijdarê bi daxuyaniyekê got ev êrîşên ezmanî 'polîtîkaya aşkere' ya Israîlê ye.

Dewleta Israîlê nexasim hebûna hêzên Îranê yên li herêmê ji bo xwe weke gefekê dibîne.