Rapora Davosê: Di maweya kurt, navîn û dirêj de talokeyên mezin hene

Di raporekê de ku beriya Forûma Aborî ya Cîhanî hatiye weşandin di maneya kurt û dirêj de ji hêlê heta bi aborî, ji avûhewayê heta bi şerê nukleer gelek taloke hene.

Beriya  Forûma Aborî ya Cîhanî ku 25-29'ê Çile li Davosê ya Swîsreyê wê re kirin tê diyarkirin di maweya navincî de ji avûhewayê heta bi şerê nukleer gelek taloke hene.

Di raporê de ku bi navê Global Rîsks Report weşiyaye di serê wan talokeyan de ku tê diyarkirin wê bandorê li ser cîhanê bikin hêlên wke covîd-19'ê hene, li gel vê her wiha tê diyarkirin hejariya global jî talokeyê tîne ser aramiya global û bobelatên avûhewayî ku par bû sedema bi milyaran dolar zirara wê dîsa bandorê li ser cîhanê bikin.

Di serê wan mijaran de ku di navbeyna 3-5 salan de wê bibin taloke krîzên aborî û fînansî hene. Her wiha tê diyarkirin di maweya dirêj de taloke pir in û gihaştine asteke ku gefê li însên bixwin. Di serî de bikaranîna nukleerê, bikaranîna çekên îmhakirina girseyî, ji holê rabûne dewletan û kêmbûna cihêrengiya bîyo di raporê de têne destnîşankirin û tê diyarkirin ev gefê li hebûna mirovî dixwe.

Ji ber hêla covîd-19'ê Forûma Aborî ya Cîhanî li şûna Davosê wê onlîne were kirin. Piştî civînê Gulanê plansaziya wê tê kirin delege li Sîngapûrê komî ser he bibin.