Li Rûsyayê çalakiyên protestoyî: 2400 kes hatin destgîrkirin

Bi daxwaza berdana muxalîfê Rûs Aleksey Navalnî, roja Şemiyê li tevahiya welêt çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û bi deh hezaran kes daketin qadan. Di van xwepêşandanan de 2.400 kes hatin destgîrkirin.

Çalakiyên herî mezin jî li paytext Moskowa û bajarê St. Petersbûrgê hatin lidarxistin. Li gorî amadekaran, li her yek ji van xwepêşandanan 20 hezar kes amade bûn. Polîsan jî îdîa kirin ku li Moskowayê 4 hezar kes meşiyan e.

Li dehan bajarên din çalakiyên protestoyî hebûn. Di dîroka nêz a Rûsyayê de xwepêşandanên bi vî rengî yên li qadeke ewçend berfireh belav bûye, kêm tê dîtin.

Li Moskowayê di çalakiya şermezarkirinê de piştî nîvro polîs û xwepêşandêr bi hev ketin. Polîsan bi ço dest li xwepêşandanê werdan û çalakgeran jî bi giloka berfê û tiştên cuda bersiv dan polîsan.

Hevsera muxalîf Aleksey Navalnî Yûlîa Navalaya jî li Moskowayê piştî ku êvarê hate destgîrkirin, di nava çend saetan de hate berdan.

Tîma Navalnî ku xwe weke dijberê nelirêtiyê nîşan dide, li 65 bajaran bang ji bo çalakiyan kiribû.

Navalnî yê 44 salî, piştî ku bi jehrê hate xistin, li Elmanyayê hate dermankirin û piştî ku vegeriya di 17'ê Çileyê de li Rûsyayê hatibû destgîrkirin. Navalnî herî kêm heta 15'ê Sibatê wê girtî bimîne û der barê wî de gelek lêpirsîn hene.

Navalnî bi dîmen banga çalakiyê kiribû û ji roja Sêşemê ve zêdeyî 70 milyon kesî li vê bangê temaşe kir. Navalnî di dîmen de Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn sûcdar kir ku ji xwe re avahiyeke taybet a bi milyarek euroyî çêkiriye.