Atînayê nerazîbûnê nîşanî bêdengiya Elmanyayê ya li dijî Tirkiyeyê da

Parlementerê Yewnanistanê û Wezîrê Karê Derve yê berê Dora Bakoyanî ji ber bêdengiya Elmanyayê ya li hemberî gefên hikumeta Tirk xwest bila Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas daxuyaniyekê bide.

Li gorî nûçeya Eûractîvê parlementerê partiya Demokrasiya Nû (PPE) gotiye; “Welatekî derveyî Yekîtiya Ewropayê heke gefan li welatekî endam bixwe û Wezîrê Karê Derve (Elmanya) yê vî welatî bersivê nede, ev ne tiştekî mantiqî ye.”

Maas di 18’ê Çileyê de di serdana xwe ya Enqereyê de derbarê aloziya li Rojhilatê Behra Spî bi rayedarên Tirk re rûniştibû. Di dema civîna çapemeniyê de Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû diyar kiribû heke Yewnanistan hevkariyê neke, wê Atîna bibe berpirsê aloziya di navbera her du welatan de.

Heîko Maas bersiv nedabû gefa Tirkiyeyê û ev tişt li Yewnanistanê bûbû sedema nerazîbûnê.

Bakoyannî jî got ku; “Heke Heîko Maas ji gotinên Çavûşoglû fêm kiribe û bêdeng mabe, em xwediyê vî mafî ne ku diyar bikin nûnerekî Ewropayê nikare bertekeke xurt nîşan bide.”