Di erdheja Endonezyayê de hêjmara miriyan gihişte 91’ê

Di erdheja bi hêza 6.2 ku li girava Sûlawesi ya Endonezyayê pêk hatî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişte 91’ê.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê rêxistina felaketan ya neteweyî ve hatî dayîn, kesên di deprema roja înî ya borî de jiyana xwe ji dest dayî nêzî 91’ê bûye.

Di erdhejê de Hezar û 100 kes birîndar bûn, ji vana rewşa 253 kesan giran e û 3 kes jî windane. Hate zanîn ku piranî ji bajarên Mamuju û Majene kes mirine. Di heman demê de Serokkomar Joko Widodo soz da ku di nava vê heftiyê de alîkariyek lezgîn wê bide mexdûran.

Îlona 2018'an li herêma Palû ya girava Sûlawesiyê bi pileya 7.8 erd hejiya bû. Di vê erdhejê de nêzî 4 hezar û 300 kes jiyana xwe ji dest dabû û herî kêm 170 hezar kes jî neçarî mabûn ku cihê û warê xwe biterikînin.

Her wiha di sala 2004’an de li peravên Sumatrayê erdhejek bi di hêza 9.1 de pêk hatibû, bûbû sedema tsunamiyê. 170 hezar Endonezyayî di nav de 220 hezar kes jiyana xwe ji dest dabûn.