Blînken: Em ê biryara li ser Hûsiyan ji nû ve binirxînin

Wezîrê Karên Derve yê dema bê yê DYE'y'e Antony Blînken diyar kir ku wê biryara Donald Trûmp a li ser Hûsiyên Yemenî ku li lîsteya "rêxistinên terorîst" bi cih kiribû, tavilê ji nû ve binirxînin.

Blînken li pêşiya Senatoran axivî û got, "Ji bo em pê piştrast bibin ku tişta me kiriye li pêşiya alîkariya mirovî nabe asteng, em ê pêşniyar bikin ku biryar tavilê ji nû ve bê nirxandin."

Serokê heyî yê DYE'yê Donald Trûmp li ber çûyînê, Hûsî xistibû lîsteya reş û ev biryar roja Sêşemê ketibû meriyetê. Demokratan bang li Joe Bîden kiribû ku vê biryarê betal bike.

Bicihkirina Hûsiyan li lîsteya rêxistinên terorîst, bûbû sedema tirs û fikaran ku ev biryar bandoreke nebaş li alîkariya mirovî ya navneteweyî bike.

Berdevka Neteweyên Yekbûyî Stephane Dûjarrîc bi civîneke çapemeniyê got, "Em li bendê ne ku hikumet vê biryarê betal bike."

Gelek payebilindên Neteweyên Yekbûyî jî hefteya derbasbûyî xwestibûn ku biryar bê betalkirin.

Li Yemenê 6 sal in di navbera hêzên hikumetê yên ku piştgiriyê ji Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî werdigire û Hûsiyan şer diqewime. Hûsiyên Şîa yên piştgiriyê ji Îranê werdigirin, beşeke girîng a bakurê welêt kontrol dikin.

Ji sala 2015'an û vir ve di şerê navxweyî yê Yemenê de piraniya wan sivîl bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vî şerî li Yemenê krîza herî giran a mirovî diqewime.