Li navenda Bexdayê êrîşa xwekujî, gelek kes mirin

Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye êrîşeke xwekuj hate lidarxistin û gelek kes mirin. Piştî 18 mehan cara pêşîn li Iraqê êrîşeke wisa pêk tê.

Êrîşa xwekujî li bazareke qada Tayaranê pêk hat a ku xaçerêkeke qelebalix e.

Bîlançoya êrîşê hê nehatiye eşkerekirin. Li gorî Reûtersê 7 kes mirine û 20 kes birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên din herî kêm 12 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Mehrê jî diyar kir ku herî kêm 13 kes mirine.

Şahidên êrîşê diyar kirin ku dengê du teqînan hatine wan. Hê kesî ev êrîş li xwe negirtiye lê berê jî çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên wisa kiribûn.

Li heman qadê sê sal berê êrîşeke wisa pêk hatibû û 31 kes miribûn.

Li Bexdayê herî dawîn di Hezîrana 2019’an de êrîşên wisa pêk hatibûn.