Li Etiyopyayê van heftiyên dawî bi sedan kes hatin kuştin

Li herêma Tîgre ya Etıyopyayê ku meha Mijdarê hikûmetê îdîa kiribû bi rengekî tund serhildan serkut kiriye, hate diyarkirin êrîş hê jî didomin.

Şerê di navbeyna Eniya Rizgariya Gel a Tîgreyê ku temsîla gelê Tîgre dike û hikûmeta federal a Etiyopyayê de ji Mijdarê û wir ve didome.

Tê îdîakirin şerê ku Serokwezîrê  Etiyopyayê Abîy Ahmed îdîa kiribû qediyaye, hê jî didome û alîyên şer li hedefên sivîl jî didin. Li gorî nûçeya Bloombergê ku xwe dispêre wêneyên peykî li ser kampên penaberan ên li herêma şer, êrîşên sîstematîk hene.

Di êrîşên ser kampa Shîmelbayê de tê îdîakirin Bernamya Zad a Cîhanê jî bûye hedef. Her wiha tê gotin Hîtsats jî ku 30 km dûrî ve bûye hedef û pir ziyan gihaştiye ser. Di nûçeya Bloombergê de tê destnîşankirin berevajî îdîaya Abîy Ahmed vê mehê du  alî gelek caran êrîş çêbûne.

Li gorî Îsa Baker ê ji DX Open Network ku Bloombergê ew weke çavkanî nîşan daye, di şer de bi zanebûn jêresazî dikin hedef.

Li gorî TPLF'ê ku şerê dijû hikûmeta federal a Etiyopyayê dike û ji mêj ve herêmê rê ve dibe, şer didome. Beriya niha artêşê ragihandibû wezîrê karê derve yê berê yê Etiyopyayê Seyoum Mesîf hatiye kuştin. Her wiha yek ji endamê damezirandêr ê TPLF'ê Sebhat Nega ji hêla yekîneyên federal hatibû êsîr kirin.