Birçîbûna li Efrîkayê: Bi berhemên xwecihî pirsgirêk dikare bê kêmkirin

Metirsiya birçîbûnê ya li Efrîkayê zêde bû, bandor li 250 milyon kesî kir. Bi çandina zad a li hin herêman, ku zêde ked jê re navê, dibe ku asta birçîbûnê bê daxistin.

Li Efrîkayê ku ji sedî 20 ê nifûsa xwe ya 1.3 milyar mirovî ji derfetên xurekê bêpar in, avantaja herî girîng ew e ku şewba Covîd-19 heta astekê bi sînor maye. Li Efrîkaya Başûr, Misir û hin welatên bakurê Efrîkayê hatibe dîtin jî şewb li gorî tevahiya cîhanê li vê parzemînê kêm belav bû.

Lê belê ji ber krîza aboriyê ya ku şewb bû sedem û bûyerên hewayê yên salên dawî, bi sedan milyon mirovên li vê parzemînê di nava rîska nebûna xurekê de ne.

JI SALÊN 1990'Î Û VIR VE YEKEMCAR KETE RESESYONÊ

Yek ji sedemên herî girîng ên rîska krîza li Efrîkayê kûr dike, mezinbûna aboriyê ji ber şewbê gelekî kêm bûye. Aboriya parzemînê 25 salên dawî bi rêk û pêk mezin dibû, lê yekemcar di sala 2020'î de kete resesyonê.

HILBERÎNA LI ROJAVAYÊ EFRÎKAYÊ DIKARE BIRÇÎBÛNÊ KÊM BIKE

Ji ber tedbîrên dijî şewbê li gelek welatan karê çandiniyê hatibin kêmkirin jî li hin welatên parzemînê bi saya çandiniya berhemên kevneşop birçîbûn tê kêmkirin.

Bi taybetê li welatên rojavayê Efrîkayê, di çandina berhemên xwecihî sorho, îgname yan jî manîokê de ku pêwîstî bi dermanên çandiniyê nîne, kêm nebû. Li gorî pisporê Navenda Hevkariya Lêkolînên Agronomîk a Navneteweyî (Cîrad) Patrîck Gûgûe, qedexeyên ji ber şewbê bandor li cotkarên li qadên bejahî nekir, bandoreke neyînî li çandina van berhemên jiyanî nekir.

Dûgûe anî ziman ku bi saya krîzê wan girîngiya van berhemên zad ên li welatên rojavayê Efrîkayê baştir fêhm kirine û bi saya vê yekê wê hilberînê zêdetir bikin.

BÛYERÊN AVHEWAYÊ DIBE KU PIRSGIRÊKÊ GIRANTIR BIKIN

Li Efrîkayê tevî gelek avantajan jî hîn 250 milyon mirov di nava pirsgirêka birçîbûnê de ne ku di vir de bandora bûyerên avhewayê jî heye. Li Etiyopya yan jî Senegalê sala derbasbûyî di asta rekorê de baran bariya, lewma lehî rabû û zerar da qadên çandiniyê.

Li rojhilatê Efrîkayê jî li Kenya, Somalî û Etiyopyayê zerara ji ber dagirkeriya kuliyan a par gleekî zêde bû.

PIRSGIRÊKA BELAVKIRINA ALÎKARIYÊ

Nuqteyeke din ku li Efrîkayê li ser tê rawestîn, pirsgirêka di bernameya belavkirina xurekê de ye ku ji aliyê Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ve tê birêvebirin. Ji sedî 60 ê alîkariya ji bo parzemînê tê kirin, alîkariya ji xurekê ye. Ji Bûrkîna Faso heta Nîjerya û Nîjerê li hin welatan çeteyên Îslamî yên tundrew, li hin welatan jî ji ber şerê navxweyî pirsgirêka ewlekariyê dibe sedem ku hejmara mirovên hewcedar zêde bibe.

Tê ragihandin ku tedbîrên li dijî şewbê, yek ji sedemên herî girîng ên rûdana pirsgirêkên belavkirina xurekê.