Oxfam: Dewlemend di pandemiyê de xurttir bûn

Rêxistina Civakî ya Sivîl Oxfamê li ser ferqa di navbera çînan de rapora xwe ya salane weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku kesên zêde dewlemend di pandemiyê de hêza xwe xurttir kirine.

Rapora salane ya bi navê ‘Covîd-19 û vîrusa cihêtiyê’ di 25’ê Çileyê de roja Duşemê hate weşandin.

Di destpêkirina salane ya Forûma Ekonomîk a Dinyayê de Oxfamê ev rapor weşand. Oxfamê got ku, “Mirovên herî feqîr encax deh salên din wê karibin ji vê bandora ekonomîk rizgar bibin. Lê li dinyayê 1000 mirovên herî dewlemend di nava 9 mehan de vegeriyan rewşa xwe ya beriya şewbe.”

Di asta global de mîrateya milyarderan di navbera 18’ê Adarê û 31’ê Adara 2020’an de 3900 milyar dolar zêde bû. Li Fransayê di heman wextê de milyarderan 175 milyon eûro bi dest xistin û asta xwe ya dewlemendbûna beriya krîza tendirustiyê derbas kirin.

Li hemberî vê cihêtiyê Oxfam bala xwe dide pêşniyazên ekonomîstên wekî Thomas Pîketty û Gabrîel Zûcman. Her du ekonomîst dixwazin kesên dewlemend zêdetir bacê bidin.

Li gorî Oxfamê ev krîz ‘Ji bo baceke adilane, firsendeke baş e.’

Di raporê de Arjantîn wekî mînak tê nîşandan ku di meha Kanûnê de ji bo fînansekirina têkoşîna li dijî bandorên Covîd-19’ê ji bo kesên dewlemend qanûna bacê ya bi giştî 3 milyar dolar dabû destpêkirin.

Li Fransayê di sala 2018’an de baca mîrateyê hate rakirin û heta sala 2022’an jî wê zêdekirina bacê ne di rojeva wan de be. Oxfam France bi wesîleya weşandina raporê, ji bo nerazîbûnê nîşanî cihêtiyan bide, li deh bajaran li ser cihên ku Komarê temsîl dike, wê pankartên ‘Azadî, wekhevî û biratiyê’ daliqîne.