Li Darfûrê şerê qebîleyan: Bi kêmanî 140 kes hatin kuştin

Li herêma Darfûrê ya Sûdanê di şerê qebîleyan de di nav 3 rojan de bi kêmanî 140 kes hatin kuştin.


Piştî ku mîsyonê aştiyê ya NY'ê û Yekîtiya Efrîkayê ya li Darfûrê qediya bi 2 heftiyan di nav qebîleyan de şer derket. Li rojavayê Sûdarê Darfûrê li herêma Darfûrê ev 13 sal bûn ku ev mîsyon dihate kirin.

Piştî ku şer dest pê kir rayedaran li eyaleta Darfûra Rojava hate qedexekirin ku mirov derkevin derve. Serokwezîr Evdile Hamdok bi çarçoweya ''danîna pergalê'' şandeyeke payebilind şande herêmê.

Li gorî rêxistinên xwecih di nav 3 rojan de bi kêmanî 140 kes hatin kuştin.

Waliyê Darfûra Rojava duşemê daxuyanî da û got, hê bi teqezî nayê zanîn bê ka çend kes hatine kuştin.

Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Gueterres bang li rayedarên Sûdanî kir ji bo ku avekê li êgir bikin bi her hawî hewl bidin.

Şer piştî pevçûna du kesan, di navbeyna qebîleyên El Masallît û koçberên Ereb de dest pê kiribû. Milîsên çekdar ên alîgirê koçberên herêmê El Cuneyna jî êrîş anî û gelek mal şewitandin.

Piştî rejîma dîktator Omer El Beşîrî rûxiya, Cotmehê hikûmeta bihurînekê hate avakirin û hin tevgerên serhildêr ê Darfûrî jî di nav de bi gelek komên çekdar re peymana aştiyê hatibû danîn. Lê hin ji komên Darfûrî ber bi peymanê nehatin û îmze nekirin.