Polîsarîo gef li Fasê xwar: Hemû xalên leşkerî hedefa me ne!

Tevgera bêalîgir a Sahrayê Polîsario piştî ku herêmek li ser nîqaş tê kirin a di bin kontrola artêşa Fasê de bombardûman kir, diyar kir ku wê aloziya leşkerî kûrtir bibe.

Berdevkê Wezareta Parastina Komara Demokratîk a Ereban a Sahrayê Uld Lûkal ku ji AFP’ê re axivî, got, “Wê şer dom bike û kûrtir bibe. Hemû çeperên artêşa Fasê wê bibin hedefa me.” Komara ku mijara gotinê, sala 1976’an ji aliyê Polîsarîo ya bê alîgir ve hatibû îlankirin.

Ji dema ku Fasê ji 13’ê Mijdarê ve hêzên leşkerî şandî aliyê başûrê Rojavayê Sahrayê û hewl dide ku bêalîgiran derbixe, Polîsarîo diyar dikin ku ew xwedî mafê xwe yên parastinê ne. Bêalîgirên Sahrayî, li başûr yekane rêya ku diçe Morîtanyaya cîran girtibû.

Bêalîgir diyar dikin ku rêya ku mijara gotinê, weke “bê qanûnî” ji derveyî peymana sala 1991’an di bin sêwana NY’ê de hatî îmzekirin e.

Êvara Şemiyê hêzên Polîsarîo, 4 fûze avêtibûn yekîneyên Gûergûerat ên ku li ser rêya sînorê Morîtanyayê.

Li gorî Uld Ûkal, ev rêya derbasbûnê hatiye girtin û rewşa li herêmê tevlîhev e.

Ûkal got, “Ti xalên xaka Sahra û Gûergûeratê, li beramberî fûzeyên şervanên Sahravî ne bi ewle ne.”

Lihevkirinên di navber Fas û Polîsarîo yê de, bi pêşangiya NY’ê yên di bin çavdêriya Cezayir û Morîtanyayê de, ji Adara 2019’an ve hatiye rawestandin.