Wezîrê Karên Derve yê Nû yê DYE'yê bal kişand ser pêkanînan

Wezîrê Karên Derve yê Nû yê DYE'yê Antony Blînken ku wê îro dest bi wezîfeyê bike, diyar kir ku wê kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve qebûl nekin û pêkanînan binirxînin.

Wezîrê Karên Derve yê Serokê DYE'yê Joe Bîden Blînken beriya dest bi wezîfeyê bike agahî da Senatoyê û di mijara Tirkiyeyê de helwesta xwe ya rexnekirinê ya beriya niha dubare kir.

Blînken di mijara Tirkiyeyê de bi giranî bal kişand ser kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400'î û got, "Ev partnerê me ku weke stratejîk tê pênasekirin, niha bi hevrikê me yê herî stratejîk Rûsyayê re li ser heman xetê ye ku ev yek nayê qebûlkirin."

Antony Blînken pêkanînên ku Donald Trûmp di 14'ê Kanûnê de ji ber S-400'î danî ser Enqereyê nirxand û anî ziman, piştî ku dîtin pêkanînên heyî 'xwedî bandor e' wê biryarê li ser bidin ku pêkanînên nû pêwîste yan na.

Donald Trûmp ku bi salan li pêşberî polîtîkayên rejîma AKP-MHP'ê bêdeng mabû, meha derbasbûyî bi hinceta ku sîstema parastina hewayî S-400 ji Rûsyayê kiriye, di çarçoveya qanûna CAATSA de biryara pêkanînên li dijî Tirkiyeyê dabû. Pêkanîn jî li dijî Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Serokkomariya Tirk û serokê vê saziyê Îsmet Demîr û sê rayedarên payebilind bû.