Li Meksîkayê 19 cenazeyên şewitandî hatin dîtin

Li qadeke sînorê navbera Meksîka û DYE'yê, herî kêm 19 cenazeyên şewitandî hatin dîtin. Tê texmînkirin ku komkujî ji aliyê kartelên narkotîkê ve hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriya Eyaleta Tamaûlîpasê, wesayita ku cenazeyên mirovan ên şewitandî tê de bûn ji aliyê polîsan ve li nêzî Camargoyê hate dîtin.

Li gorî encamên destpêkê yên lêkolînê, qurbanî destpêkê bi çekê hatin kuştin û piştre jî hatin şewitandin. Li cihê bûyerê ti ji qalikên fîşekan nehatin dîtin. Li gorî dozgeriyê qurbanî dibe ku li devereke din hatibin kuştin.

Camargo ku nifûsa xwe 15 hezar kes e li ser sînorê Teksasê ye. Ev bajar di heman demê de cîranê bajarê Mîcûel Aleman e ku nifûsa xwe 20 hezar e. Di Çileya 2019'an de li Mîgûel Alemanê piştî şerê navbera komên çete 15 cenazeyên şewitandî hatibûn dîtin.

Li herêmê di navbera kartelên narkotîkê de timî şer diqewime. Li Meksîkayê sala 2020'î 34 hezar û 523 kes hatin kuştin. Sala 2019'an 34 hezar û 608 kes hatibûn kuştin ku ji sala 1997'an dema jimartinê û vir ve hejmara herî bilind bû.