Li Maliyê êrîş: Gelek leşker mirin

Li Maliyê ya li Efrîkaya Rojava dibe hedefa çeteyên cîhadîst, di êrîşên dawîn de herî kêm 6 leşker mirin.

Li bajarên Boûlkessy û Mondoro yên li welat, li dijî du bendên leşkerî êrîş hate kirin. Êrîş roja Yekşemê destê sibehê hate kirin û herî kêm 6 leşker mirin.

Li gorî daxuyaniya artêşê di van êrîşan de 18 leşker birîndar bûn lê tê diyarkirin dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî daxuyaniyê yekîneyên artêşê jî li êrîşkaran dane û 30 ‘terorîst’ hatien kuştin. Agahî nehate dayîn ku ev êrîş ji aliyê kîjan komê hatine kirin.